28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu encamên şênber ji civîna Moskovayê derneketin

Li gorî hin nûçe û analîzên rojnameyên erebî ji civîna Moskovê ya der barê normalîzekirina têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta tirk de tu encamên şênber derneketin.

Civîna Moskovayê ya der barê normalîzekirina têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de, vegerandina Sûriye li Komkara Erebî, şerê li Sûdanê, her wiha dan û standinên lîbyayî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan de mijarên îro yên rojnameyên erebî bû.
Ji civîna Moskovayê encam derneket
Têkildarî civîna çaralî ya Wezîrên Karên Derve yên dewleta tirk, hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand “Civîna çaralî ya girêdayî vegerandina têkiliyên Sûriye- Tirkiye tu encamên berbiçav bi bi xwe re neanîn.
Beşdarên civînê têkildarî dozên girêdayî ewlehî û vegera penaberan li hev li ser domandina hemahengiyê kirin, lê behsa şertê Şamê yê vekişîna hêzên tirk ji welat li beramberî normalîzekirinê nekirin. Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê teqez kirin ku dê welatên wan girêdayî serdestiya Sûriyeyê û şerê li dijî tevahî şekl û awayên terorê bin.

Sûriye dê çi ji ereban re bêje?

Nivîskarê iraqî Farûq Yûsif li ser vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî gotarek bi sernavê “Sûriye dê çi ji Ereban re bêje? ” ji rojnameya Ereb re nivîsî. Di gotarê de tê gotin ” Rast e ku vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî rehetiyê ji krîza Sûriyê re tîne. Lê ev tişt bêyî avêtina gavên şênber nayê dîtin.”