6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin’

Têkildarî kuştina Uytun, li çawişê pispor Hakan Alkan doz hatibû vekirin û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê didome. Şandeya ATK’ê di raporê de diyar kir ku Uytun di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest daye.

Pitikê 16 mehî Mehmet Uytun di dema protestoyên 9’ê cotmeha 2009’an ên li Cizîr a Şirnexê de li şaneşîna mala xwe di hembêza dayika xwe de bû û fîşeka gazê bi serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina Uytun, li çawişê pispor Hakan Alkan doz hatibû vekirin û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê didome. Saziya Tipa Edlî (ATK) li ser daxwazê, rapor amade kir. Şandeya ATK’ê di raporê de diyar kir ku Uytun di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest daye.

Polîsê bersûc û parêzerê wî parastina “Kevir an jî tiştên ku çalakvanan avêtin serê wî ketine, di dema tedawiyê de ji ber alkolê jehrî bûye” kiribûn. ATK’ê jî li dijî vê parastinê rapor amade kir û rapor li dosyaya dozê hate zêdekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku mînakên raçînkan ên di dema otopsiyê de hatin girtin, ji hêla Daîreya Îhtîsasa Kîmyayê ve hatine lêkolînkirin û di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku alkola hatiye dayîn ne di wê astê de ye ku rê li ber mirinê veke. Bi domdarî hat gotin ku xwîna di dema otopsiyê de hatiye girtin, heta li laboratuarê jî hatiye lêkolînkirin demekî ma ye û madeyên toksîtê yên lê dihat gerîn jî ji ber mercên dema sekinandinê çêbûne, dema nedîtina madeyên toksîtê li ber çavan tê girtin, tu delîlên tibbî nînin ku pitik Uytun ji ber jehrîbûnê jiyana xwe ji dest dabe. Her wiha hat destnîşankirin ku hestiyê serê Uytun şikestiye û ji ber vê jî xwîn çûye ser mejî û raçînkên mejî texrîb bûne û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Rapor wiha didome: “Dema mirov van hêmayan dide ber hev, hate qebûlkirin ku mimkin e Uytun di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest dabe.”

ATK, di berewamê de wiha dibêje: “Divê li gel nûveyên di dosyayê de bên nirxandin. Bi piraniya dengan hate qebûlkirin ku di encama fîşeka gazê ya li serê pitik ketî de kiloxê pitik şikestiye, xwîn rijiyaye ser mejiyê wî, raçînkên mejî hatiye texrîbkirin û ji ber komplîkasyonên pêş ketin rê li ber mirinê vekiriye.”

Qeymeqamtî destûr neda lêpirsîn were destpêkirin

Pitik Mehmet Uytun di 9’ê cotmeha 2009’an de dema li Cizîrê di şaneşîna mala xwe di hembêza dayika xwe de, di encama fîşeka gazê ya polîsan de bi giranî birîndar bû. Piştî destwerdana ewil a li Cizîrê, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li vir 10 rojan di beşa venihêrîna awarte de ma û di 19’ê cotmeha 2009’an de jiyana xwe ji dest da.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 10’ê cotmeha 2009’an de girteka lêkolîna cihê bûyerê amade kir û wiha got: “Li cihê bûyerê kapsulên vala yên fîşeka gazê yên bi rengên sor hatine dîtin. Di encama lêkolînê de derket holê ku fîşeka gazê ya rengê wê heyî ji hêla çawişê pispor ê cendirmeyan Hakan Alkan ve hatiye bikaranîn. Lê tevî tespîtê jî Qeymeqamtiya Cizîrê destûr neda ku derheqê Alkan de lêpirsîn were destpêkirin. Di dosyayê de destûra lêpirsînê 11 sal piştre hate dayîn. Di 11 salan de dosya di navbera Qeymeqamtiya Cizîrê, Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Amedê, Dadgeha Destûra Bingehîn, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê û Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê de hat û çû. Di sala 2020’an de destûra lêpirsînê hate dayîn û îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku Alkan bombeavêj bi awayekî bêtevdîr û ne bi baldarî bi kar aniye, bûye sedema mirina Mehmet Uytun û hat xwestin ku bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” ceza lê were birîn.

‘Divê kuştina Uytun di çarçoveya kuştina biqesdî de were nirxandin’

Îdianame ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê ve hate qebûlkirin û danişîna ewil a dozê di 8’ê sibata 2021’an de hate lidarxistin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê alîkariya hiqûqî da malbatê û parêzeran got: “Divê kuştina Uytun di çarçoveya kuştina biqesdî de were nirxandin.” Her wiha parêzeran xwest ku dadgeh di dosyayê de biryara bêyatiyê bide û dosyayê bişîna Dadgeha Cezayên Giran. Lê dadgehê ev daxwaz red kir. Dadgehê di 7’ê hezîrana 2021’an de bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal cezayê hefsê bo Alkan xwest. Dadgehê ev ceza veguherand cezayê pereyan û 18 hezar û 200 TL pereyê cezayan da.

Lê parêzeran li dijî vê îtîraz kirin. Li ser vê yekê 3’yemîn Daîreyan Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê bi sedema ku lêkolîn kêm hatiye kirin, di 19’ê cotmeha 2022’yan de biryara dadgeha herêmî xera kir. Ji ber vê yekê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê di 3’yê çileya 2023’yan de dîsa dest bi dozê kir.