18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi derxistina 5 parlamenteran êlihî tifaqa AKP-HUDA PAR’ê vala derdixin

Li nav bajar, tekstîlan û gundan bala êlihiyan li ser Partiya Çepên Kesk e. Êlihî bi biryar in ku her pênç namzetên Partiya Çepên Kesk bişînin meclîsê û tifaqa AKP-HUDA PAR’ê ya li bajar vala derbixin.

Ji Şirnexê derbasî Êlihê dibim. Ji bo ku bêm Elihê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê derbasî navçeya Midyadê ya Mêrdînê dibim û ji vir têm Êlihê. Ji Hezexê heta Midyadê jin û zilamekê koçer ser û guh ji me birin. Weke ku li odeyekê rûnişîbin bi dengekî bilind li ser sewalkariyê sohbet dikirin. Bi çi kul û halî em gihîştin Midyadê û ji sohbeta wan xelas bûn. Ji Midyadê heta Êlihê jî çend caran keriyên pezê koçeran dikevin ser rê û em bi deqeyan li benda vekirina rê disekinin. Dema ku digihîjim Êlihê berî ku biçim nav bajar derbasî mala ku ez ê lê bimînim dibim. Piştî ku li malê hinek bêhna xwe vedidim derdikevim nav bajar.

Destpêkê der barê Êlihê de hin agahî parve bikim û piştre ez ê derbasî atmosfera hilbijartinê ya li bajar bibim. Bi navê Hezo, Qubîn, Heskîf, Sason (Qabilcewz) û Kercews 5 navçeyên Êlihê hene. Li gorî daneyên dawîn 634 hezar û 491 kes li bajar dijîn. Her wiha li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li Êlihê 399 hezar û 376 hilbijêr hene û wê di hezar û 300 sindoqî de dengê xwe bi kar bînin û aqûbeta partiyên siyasî yên li bajar diyar bikin.

Kolan û parqên Êlihê zozan in!

Êlih bajarek pir netew e, kurd û ereb lê dijîn. Lê hejmara ereban a li bajar kêm e û tenê li navçeyên Sason û Heskîfê dijîn. Li her du navçeyan bi ereban re kurd dijîn. Ji bilî van her du navçeyan li navend û navçeyên din ê Êlihê kurd dijîn. Her wiha li navenda bajar hejmareke zêde koçer dijîn. Koçerên ku li navenda bajar dijîn terka çand û jiyana xwe ya koçeriyê nekirine û reng didin bajar. Piraniya wan li navenda bajar sewalkariyê dikin; kolan û parqên li nav bajar ji bo wan zozan in! Pir bi hêsanî sewalê xwe li parq û sîteyên nav bajar diçirînin.

Koçerên li Êlihê welatparêz in û di her hilbijartinî de dengê didin partiyên li ser xeta HDP’ê. Ji sala 1999’an ve ev partî li Êlihê hem di hilbijartinên herêmî de hem jî di hilbijartinên giştî de dengekî baş digirin û dibin partiya yekemîn. Şaredariya Êlihê ji sala 1999’an ve di destê van partiyan de ye. Lê du serdemên AKP Şaredariya Êlihê xesp dike; hevşaredarên ku bi vîna gelê Êlihê tên hilbijartin ji peywirê digire û qeyûm tayînî şûna wan dike. Di hilbijartinên giştî de jî ji salan 2007’an ve partiyên li ser xeta HDP’ê piraniya parlamenterên bajar digirin.

‘Em dengê xwe didin partiya xwe’

Dema ku ji malê derdikevim û dixwazim atmosfera hilbijartinê ya li bajar bişopînim destpêkê rastî du zilamên koçer ên li ber pez têm. Diçime cem wan û bi destûra wan destpêkê wêneyên wan ên li ber pez dikişînim. Piştre em sohbet dikin û pirsa hilbijartinê ji wan dikim. Xalê Miheme yê diranê zêr di deva de wiha bersiva min dide: “Vêca bavo em kurd in û li Kurdistanê dijîn, ji ber vê jî em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di hilbijartina Serokkomariyê de jî em ê dengê xwe bidin Qilîç.”

Ji vir tûrek diavêjim nav bajar û li gelek deverên bajar digerim. Êlih ji bajarên din ên ez li wan geriyam cudatir e. Lewre li vir herkes ji mirov re diaxive û kes fikara ewlehiyê nake. Bi jin û ciwanan ve piraniya êlihiyan bi serbilindî dibêjin ku wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Li parqeke bajar du jin bêyî ku sedema wê bibêjin dibêjin ku wê neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neynin. Kêm kes dibêjin ku wê dengê xwe bidin AKP û CHP’ê. Piştî ku vê eleqeya li nav bajar a ji bo wê dibînim bi hevalekî xwe yê mamoste re berê xwe didim loqaqala giştî ya Partiya Çepên Kesk a Bajar.

Loqal tijî ye. Em jî li ser maseyekê rûdinin. Ji maseyeke li cem me ji kesekê pirsa namzetên bajar dikim. Ev kes dibêje, ‘Me ji çi namzetan e. Em dengê xwe didin partiya xwe. Ji me re namzet ne girîng in. Wê namzet sibê biçin lê wê partiya me bimîne.” Piştî vê girêdanê êdî xwe li loqalê ker dikim û li benda Hevserokê Giştî yê DBP’ê û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir disekinim. Bayindir û parlamenter û namzetê bajar Mehmet Ruştu Tiryakî bi hev re tên loqalê.

Tiryakî û Bayindir: Em parlamenteran digirin

Bi Bayindir û Tiryakî re li ser rewşa wan a li bajar sohbeteke kûr û dirêj dikim. Tîryakî,  diyar dike ku li bajar 5 navçe û 4 bajarok hene û ji bilî Heskîfê û 2 bajarokan li bajar partiya yekemîn in û bi kurtasî ev tişt dibêje: “Di hilbijartinên beriya niha de me 250 hezar deng û AKP’ê jî 50 hezar deng girtiye. AKP’ê bi dengên derveyî welat parlamenter derxistiye. AKP û HUDA PAR ne niha ji berê ve hevkarê hev in. Li tekstîlên Êlihê di seriya 50 hezarî de karker dixebitin. Li tekstîlan eleqeyeke zêde ji bo me heye. Dîsa em diçin mala herkesî. Li bajar tu esnafekê/î ku em neçûna serdanê nemaye. Wê AKP nikaribe parlamenter derbixe. Her 5 parlamenterên bajar jî em ê bigirin.”

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser propagandaya CHP’ê ya li bajar û bi kurtasî ev tişt anî ziman: “Şansê CHP’ê yê li bajar parlamenter bigire nîne. Lê tevî vê yekê jî ji hilbijerên me re dibêje, ‘Tenê dengek bidine me’. CHP ne ji bo vê hilbijartinê ji bo hilbijartinên pêş amadekariyên xwe dike. Amedekarî dike ku li Kurdistanê bi cih bibe Û deng bigire. Burokratên ku hêviya xwe ji AKP’ê birîne wê deng bidin CHP’ê. Kesên AKP’î jî êdî li Êlihê fanatîk tevnagerin. Aboriya xwe diparêzin. HUDA PAR li Êlihê ne ji bo xwe ji bo AKP’ê dixebite. Dizane ku wê namzetê wê dernkeve, ji bo derxistina namzetê AKP’ê dixebite. Ji ber vê sedemê jî li Êlihê HUDA PAR hilbijartinê bi rê ve dibe. Lê tevî vê yekê jî berê Êlihiyan li Yeşîl Sol Partiyê ye. Şansê partiyên din tuneye, hemû parlamenteran em digirin.”

Karkerên tekstîlê biryar dane

Roja xwe ya destpêkê ya li Êlihê wiha temam dikim. Roja duyemîn destpêkê tev li bernameya namzeta Partiya Çepên Kesk a bajar Zeynep Odûncû ya serdana tekstîlan dibim. Karkerên tekstîlê Odûncû bi çoşeke mezin pêşwazî dikin. Karkerên ku Odûncû li ber kargehên xwe pêşwazî dikin, gotin di cih de şahî li dar dixin û bi alên Partiya Çepên Kesk govend digerînin. Odûncû û heyeta pê re jî tev li govenda karkeran dibin. Piştî govendê li her tekstîlê Odûncû axaftin dike û piştgirî ji karkeran dixwaze.

Piştî bernameya Odûncû ya tekstîlan tev li bernameya namzetê din ê Partiya Çepên Kesk ê bajar Ekrem Baran a serdana gundên girêdayî navenda Êlihê dibim. Li gundên destpêkê ji bilî zarokan kes di gundan de tuneye. Zarok li van gundan di pêşbirka girtina alên Partiya Çepên Kesk de ne. Kesên di heyeta Baran de dibêjin ku piraniya gundiyên li van gundan bi roj derbasî navenda Êlihê dibin û ji ber vê yekê kes di gundan de tuneye. Li gundên ku di saetên berê êvarê de em çûn wan ev rewş guherî.

‘Ji me piştrast bin’

Tevî ku gund gundên biçûk in jî gundî pêşwaziyeke baş ji bo Baran kirin û rengê xwe yê 14’ê Gulanê diyar kirin. Bi taybetî jin bi kelecaneke mezin pêşwaziya Baran dikin. Gotina wan a destpêkê “Hûn bi xêrhatine ser seran û serçavan re hatin” e. Zarok jî bangî hev dikin û bi kêfxweşiyeke mezin dibêjin partî hatiye û xwe li wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk digirin. Ji ber girtina alan, ev wesayît bala wan dikişîne. Li gelek gundan dayik dibêjin, ‘Ji me piştrast bin, ji bilî partiya me dengê me ji tu partiyê re naçin’.

Li gundê herî dawî ku em çûnê saeta nav sewalan bû. Gundiyan êm ê sewalên xwe didanê. Lê bi çûna me ya gund re gundî bi kincên xwe yên nav sewalan Baran û heyeta pê re pêşwazî kirin. Heta dayikek bi pêqas hatibû. Ev dayik bala min dikişîne û berî ku em ji gund veqetin ez xwe digihînim dayikê û jê pirs dikim ku çima pêqas hatiye. Dayik dibêje, ‘Lawo bi Xwedê sola min li wir bû lê ji ecela min nekir piyê xwe û hatim’. Dema ku dayik ev bersiv dide min zilamekî ku îhtîmalek mezin xizmê wê bû, bi gotinên nexweş heqaret li dayikê kir. Ez li dijî wî derketim û jê re got heqe te nîne wiha heqaret li jinekê bikî. Piştî min Baran jî li dijî zilam derket û bertek nîşanî heqaretên wî yên li dayikê da.

Piştî van çavdêriyên xwe dikarim bibêjim ku ev eleqeya li nav bajar, tekstîl û gundan a ji bo Partiya Çepên Kesk ne vala ye û weke ku rayedar û hilbijêrên wê jî tînin ziman; heke dek û dolab neyên kirin bi îhtîmaleke mezin wê Partiya Çepên Kesk her 5 parlamenterên bajar bigire û tifaqa AKP-HUDA PAR’ê ya li bajar vala derbixe.