6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin

Li Siwêregê cotkaran diyar kir ku ji ber qutkirina ceyranê nikarin zeviyên xwe av bidin, bacanên sor û îsotên wan hemû riziyane û xwestin DEDAŞ dawî li vê zilma xwe bîne.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê  Emrullah Acar Cotkarên ku li gundê Bozê ya ya navçeya Siwêregê ya Rihayê bi zeviyan debara xwe dikin bi gilî û gazin in. Cotkar dibêjin Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji ber qutkirina ceyranê her roj zerarê dide wan. Cotkarên ku bi sedan donim bacanên sor û îsotan çandine ji ber qutkirina ceyranê nikarin av bidin. Berhemên cotkaran ku ketine dema xwe ya berhevkirinê lê ji ber qutkirina ceyranê ew nikarin av bidin û berhemên li zeviyên wan hişk dibin û riziyane. Lewma jî cotkar nikarin bacan û îsotên xwe berhev bikin û bifiroşin.

‘DEDAŞ zilmê li me dike’

Husnu Çîftçî diyar kir ku 20 sal in ew cotkariyê dikin û 12 donim îsot daniye û ji ber qutkirina ceyranê zirara wî gihîştiye 500 hezar lîreyî. Demîr anî ziman ku 200 hezar lîre mesref li zeviyê kiriye û got: “Min ewqas mesref jî kir lê em nikarin heqê mesrefê xwe jî ji îsotan derxin. DEDAŞ zilmê li me dike, em nizanin em ê çawa bikin li ber vê zilma wê. Serê sibehê ceyrenê dibire heta saet heftê êvarê bernadin. Her em gilî dikin jî lê her car hincetek dibêjin. Divê ez zeviyê îsotên xwe ji çar rojan carek av bidim lê ji ber ceyran tê qutkirin tenê dikarim ji deh rojan carek av bidim. Em dixwazin ev pirsgirêka me bê çareserkirin.”

Li nav erd 3 lîre li marketê 15 lîre

Ramazan Çankar jî da zanî ku wî 25 donim bacanên sor daniye û 300 hezar lîre mesref lê kiriye û destnîşan kir ku derdora 4 milyon lîreyî zirara wî bûye. Çankar anî ziman ku hin rojan ji binî ceyranê bernadin hin rojan jî 20 saet dibirin û got: “Heke av û ceyran hebûya me yê mesrefê xwe jî derxista û kar jî bikira. Em bacanên xwe belaş difiroşin. Em bi kîlo bi 3 lîreyan difiroşin lê li marketan kîlo 15 lîre ye. Yên komîsyonvan qezenc dikin. Av û axa me heye lê em diçin li axa hin kesên din wek karkerên demsalî dixebitin. Gelek karker diçin bajarên din û bi rê de qeza dikin û jiyana xwe ji dest didin. Em naxwazin bimirin em dixwazin li ser axa xwe çandinî û cotkariya xwe bikin.”

‘Cihêkariyê dikin’

Cotkarê bi navê Abdulkadîr Arikan jî da zanîn ku wî 20 donim bacanên sor daniye û nêzî 300 hezar lîreyî zerar kiriye û wiha got: “DEDAŞ ewqas zilmê li me dike lê kes dengê xwe jê re dernaxe. Her roj bihayê mazot, gubre, derman zêde dibin. Îsal torbeyek gubre bûye hezar lîre. Sala par bi 500 lîreyî bû. Em naxwazin dest ji axa xwe berdin. Em dixwazin li ser axa xwe bixebitin û naxwazin li ser axa hin kesên din xizmetê bikin. Di ceyranê de jî cihêkarî li me tê kirin. Naxwazin kurd kar û barên xwe bikin. Lewma ceyrana me dibirin. Heke li Antalyayê saetek ceyran bê qutkrin wê dinyayê xera bikin, lê belê ceyrana me bi rojan tune ye.”

Dema hewcedarî bi avê heye tê qutkirin

Endezyarê çandiniyê Serhat Altandag jî bal kişand ser pirsgirêka avdanê û wiha got: “Mixabin di warê avdanê de kêmasiyên me hene. Avdanî bi ava ku ji bîran tê derxistin tê kirin. Bi taybetî li nêzî ku cotkar berhemên xwe berhev bikin, dema ku nebat herî zêde hewceyê avê ye av tê qut kirin. Ev yek jî ji bo cotkaran jî dibe zerar. Dema ku berhemên tên hilberandin digihêjin qonaxa dawî, ji ber kêmbûna avê kulîlkên ku vedikin diweşin û berhemên ku tên çandin jî bi kalîte û nirxa herî kêm a bazarê tên firotin. Cotkarên ku di van demên dawî de ji ber zêdebûna bihaya kelûpelên çandiniyê neçar man dest ji çandiniyê berdin. Cotkarên hene jî zerarek mezin dikin. Ji ber hişkesaliyê, germê û qutkirina av û ceyranê karkerên li herêmê zerarek mezin dikin. Heke av hebûya û ceyran nehata qutkirin dê xêrûbera salê zêde be û cotkar jî dikaribin karên xwe bikin. Wê karker jî neçin bajarên tirkan û kar nekin. Wê gelek kes dîsa dest bi karên çandiniyê bike.”