3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilê kurdan ji bo hemû Kurdistanê lê dide

Piştî şerê cîhanê yê yekem bi îmzekirina peymana Lozanê yên herî zêde zirar dîtin kurd bûn, lê kurdan her dem li ber xwe dan

Di nav qeyrana Rojhilata Navîn de kurd jî dixwazin bibin aktorekî çareseriyê. Ji bo çareseriya pirgirêkan, rêxistin û nûnerên kurd riyên çareseriyê pêş dixin. Bi taybet bi perspektîfa riya sêyem modela rêvebirin û çareseriya pirsigirêkên civakî pêş dixin. Lê ji ber ku yekitiya navxweyî pêk nehatiye hem kurd hem têkoşîna kurdan a azadiyê rastî eleqeya ku heq dikin nayê.

Piştî şerê cîhanê yê yekem bi îmzekirina peymana Lozanê yên herî zêde zirar dîtin kurd bûn. Bi peymana Lozanê kurd bêstatû hatin hiştin. Niha jî kurd ji bo vê rewşê ji holê rakin di nav têkoşîneke mezin de ne. Di vê têkoşînê de şerê herî xurt û berfireh li hemberî dewleta tirk tê meşandin. Serhildanên ku hêj di dema Osmaniyan de dest pê kirin, bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re berdewam kirin. Komara Tirkiyeyê di nav dewletên herêmê de dewleta ku herî zêde bi awayekî sîstematîk li hemberî gelê kurd polîtîkaya înkar û îmhakirinê meşandiye. Îro jî tenê ne di nav sînorê xwe de li her derê li tunekirina kurdan digere. Dixwaze axa Kurdistanê dagir bike. Li Ewropa ev çend car in rêveber û pêşengên kurdan qetil dikin. Bi kurtasî şerê herî berfireh Tirkiye dimeşîne. Wisa xuyaye serkeftineke li hemberî dewleta tirk dê were wê wateyê ku Kurdistan bi giştî bibe xwedî statu. Lê mixabin yên ku ketine pey berjewendiyên partî û malbatî nahêlin an jî naxwazin Tirkiye bişkê û Kurdistan azad bibe.

Dewleta tirk ji dema avabûnê heya niha her tim li hemberî gelê kurd her tim şerê qirkirinê dimeşîne. Herî dawî li çiyayê Agirî li ser tirbekê nivîsîbû ku ‘Xeyala Kurdistanê di vir de binaxkirî ye’. Lê gerîlayan di sala 2014’an de ew tirb(gor) xera kiribûn û li ser nivîsandibûn ‘Xeyala Dagirkeriyê di vir de veşartiye.’ Ango têkoşîna gelê kurd polîtîkaya tunekirinê puç kir. Mixabin ji ber hevkariya hinek partî û derdorên ku li ser navê gelê kurd tevdigerin dewleta tirk vê binketinê qebûl nake û şerê qirkirinê li tevahiya Kurdistan û derveyî Kurdistanê dimeşîne. Îro heke dagirkerî hê jî didome, sedema yekemîn îxanet û hevkariya hinek derdorên li ser navê kurdan tevdigerin e.

Dewleta tirk tu carî kurd wekî îrade qebûl nekirin. Lê ji bo karê xwe bi rê ve bibe her tim destê xwe di ser serê hinek kurdan de bir, kêfa xwe ji wan re anî. Di belgeyên fermandariya giştî ya dewleta tirk de tê ziman ku ji bo serhildan werin şikandin serokeşîr û hêza eşîran bi kar anîn. Taktîka dewletê wiha ye; ji bo sûcdar bike hincetekê dibîne. Piştî sûcdarkirinê ji bo were efûkirin dixwaze hevkariya dewletê bike. Yên ku li pey berjewendiyên şexsî tevdigerin beyî ku qirkirina kurdan bifikirin hevkariya dewletê dikin. Wekî din jî dewlet ji nerazîbûnên nav eşîran, ji mezhebê eşîran (elewî-sunî) sûdê werdigire. Berê eşîran dide hev. Ev lîstok bi sedsalan e didome.

Mesela di belgeyên fermandariya giştî ya dewletê de ji bo serhildana Bêşebab têk biçe rolekê didin Simko. Dewlet ji aliyekî ve di serhildanan de gel qetil dike û ji aliyekî ve jî wekî ku gelê kurd difikire polîtîka dimeşîne.

Di sala 1924’an de li Bêşebabê serhildanek rû dide. Dewlet ji bo serhildanê têk bibe ji eşîrên wê herêmê alîkariyê dixwaze. Gelek eşîr alîkariya dewletê dikin. Îdiaya dewletê ew e ku vê serhildanê ji ber lîstikên îngilîzan rû daye. Dibêjin ku dijminên me naxwazin dewlet xurt bibe. Ji aliyekî ve jî ji bo tevlîheviyê derbixin gazî Simko dikin. (Simkoyê Şikakî wê demê ji ber zilma dewleta Îranê reviye û wekî penaberê siyasî li Tirkiyeyê dimîne.) Biryar didin ku bi qasî 600 leşker bidin cem Simko û wî bişînin Rewanduzê. Wê demê li wê herêmê Şêx Mehmud Berzencî jî li hemberî îngilîzan di nav raperînê de ye. Hem alîkariya malî hem jî ya leşkerî didin Simko û dibêjin biçe cem Şêx Mehmûd raperînê xurt bikin. Dewleta ku ji aliyekî ve dixwaze kurdan tune bike ji aliyê din ve xwe wekî dostê kurdan nîşan dide. Lê yên ku armanca dewletê dizanin wisa tevnagerin. Wê demê Îhsan Nurî yek ji fermandarê dewleta tirk e. Ew jî di têkbirina serhildanê de tê peywendîdar kirin. Lê Îhsan Nurî li gel xwe bi sedan leşkerên dewletê jî dibe û firar dike. Piştre li dijî dewletê şer dike. Li aliyekî fermandarê artêşê firar dikin ji bo artêş têk biçe, lê hinek jî alîkariya dewletê dikin.

Wê demê pirsgirêka Mûsil û Kerkukê heye. Ji bo dewleta tirk van her du bajarên kurd bixe nav sînorên xwe dixwaze destê xwe li cem Cemiyeta Akvam (wê demê di cihê Neteweyên Yekbûyî de Cemiyeta Akvam hebû) xurt bike, dixwaze li wir dengê kurdan bilind bibe. Simko dişîne da ku bêje, em li vir îngilîzan naxwazin, dixwazin tevlî dewleta tirk bibin. Mirov nikare niyeta Simko xerab bibîne, çi soz dane em tam nizanin. Lê tişta îro ku pir zelal tê zanîn ew e ku dewlet ji bo serbikeve hemû riyan diceribîne û qeweta herî mezin jî ji hevkarî û îxanetê digire.

Em werin ser roja me. Niha li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Dewleta tirk bi alîkariya PDK û beşek rêveberiya Kurdistana Federe êrîşê dibe ser gerîla. Gerîla berxwedanek mezin nîşan dide. Li hemberî teknîka herî pêşketî, bikaranîna çekên kîmyewî û nukleera taktîkî jî dewlet nikare bi ser bikeve. Mixabin PDK û beşeke mezin ji ya malbata Barzaniyan hevkariya dewleta tirk dikin û naxwazin dewlet li vir bişke. Fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan berî çend rojan ev rewş wiha anîbû ziman: “Dewlet li ku dixitime ew bi hawara wê ve diçin. Li ku valahiyek hebe diçe li wir baregeha xwe çê dike.” Wek din jî bal kişand ser xetereya şerekî di navbera gerîla û peşmerge de. Ji derdorên siyasetmedar, ronakbîr, rewşenbîr, hunermend û bawermend xwest ku bikevin navberê û li ser vê rewşê rawestin. Piştî vê bangewaziyê ji gelek derdoran bersivên piştgiriyê hatin. Şerê di navbera gerîla û pêşmerge de rû bide dê rewşê gelek girantir bike. Lê mixabin dema hêzek di kuştina gerîla de cih bigire divê bangewazî ne li gerîla li hêza din were kirin. Dîsa jî Mûrat Karayilan anî ziman ku heke heyetek were lêkolîn bike û wan neheq bibîne ew ji wê re jî amade ne.

Piştî vê daxuyaniyê Elî Ewnî (yek ji rêveberê PDK û rayedarê Kurdistina Federe) beşdarî televîzyonekê bû û wekî ku bersiv bide bangewaziya Mûrat Karayilan anî ziman ku ‘çi karê gerîla li başûrê Kurdistan heye’. Wekî ku ne ew in hevkariya dewleta tirk dikin û berê Tirkiyeyê li rojava û li başûr ji qetilkirina kurdan re vedikin, digot ku gerîla Tirkiye aniye axa başûr. Wekî ku ne ew e naxwaze Tirkiye baregehên li Başûr vala bike, derdorên din sûcdar dike. Dewleta Iraqê biryar da ku Tirkiye leşkerê xwe ji nav axa wê bikşîne. Lê yê di serî de li hemberî derket PDK bixwe bû. Heke ne wisa be bila derkeve bêje; “Em baregehên Tirkiyeyê li vir naxwazin, dewleta tirk bi zorê leşkerê xwe li vir bi cih kirine.” Wê demê ne rewabûna mayîna dewletê dimîne ne jî rewabûna şerê li hemberî gerîla. Lê di cihê wisa de bêje, xwe bi dewleta tirk re dixeyîdîne û dibêje; “Çima hûn fermandar û rêveberên giştî nakujin?”

Peşmerge dema dest danî ser maskeyên gaza kîmyewî wê demê bû hevkarê kuştina keç û xortên gelê kurd. Di dinyayê de heya niha tu dijminî bi kêfxweşî û wekî pesindayînê desteserkirina maskeyên gazê nîşan nedaye. Dewleta tirk ewqas qetlîam dike lê rojekê negotiye min maskeyên gazê desteserkirine. Vî karê herî qirêj bi rêveberiya başûr dide kirin lê ew wekî pesindayîn dibînin. Mirov li hemberî vê şerm dike. Lê piçek fedî li ser rûyê wan nema ye.

Elî Ewnî dibêje; “Çi karê gerîla li Başûr heye?” Wê demê em bipirsin, gelo çi karê Mele Mistefa li Rojhilat hebû? Gelo çima bû fermandarê artêşa Komara Kurdistanê? Heke wisa ye PDK  çima xwe têkilî rêveberiya rojavayê Kurdistanê dike. Elî Ewnî berê li hemberî rêxistinên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê li gel rejîma mola cih girtibû. Niha Weqfa Berzanî diçe alîkariyê ji çeteyên ku Efrîn talan kirine re dibe. Çi karê wê li wir heye pêşî bersiva wê bidin. Ma Kurdistan ya te û malbata te ye? Ma Kurdistan li ser te û malbata Barzaniyan tapû kiriye? Ji bo çend quriş zêde bistîne te welat firotiye dijminan, piştre jî behsa Kurdistanê dikî. Divê baş were zanîn ku dilê her kurdekî ji bo hemû Kurdistanê lê dide. Lê ji bo berjewendiyên we yên şexsî xera nebin ne dilê we ji bo tevahiya Kurdistanê lê dide ne jî hûn dixwazin dilê kesî lê bide.

Li ser medyaya dîjîtal jî bi sedan kes van nêrînan diparêzin. Em ji wan kesan jî bipirsin, heke hûn ne li ser navê rêxistinên dewletê diaxivin gelo heya we ji gotinên we heye? Kîjan kurdê bi wijdan dikare Seddam piparêze, kîjan kurdê biwijdan dikare bikaranîna çekên kîmyewî biparêze? Kîjan kurdê biwijdan dikare li hemberî serjêkirina keç û xortên kurd gotinên wisa qirêj bike? Dema DAIŞ’iyan serê Peşmerge jê kir dilê kê neêşiya be di dilê wan de îxanet heye, dema dîmenên gerîlayên rastî çekên kîmyewî hatine, hatin weşandin dilê kê neêşiya be di dilê wan de îxanet heye. Dema Jîna Amînî hate kuştin dilê kê neêşiya be di dilê wan de îxanet heye. Kî bi dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê kêfxweş bûbe di dilê wan de îxanet heye. Mesele ewqas zelal e. Di aliyê fikr û ramanî de cûdabûn çêdibe, lê heke li hemberî êşên ku dijminê kurd bi kurdan didin kişandin dil neêşe wê demê ew dil di nav îxanetê de ye.