3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ya pêwîst parastina çand û baweriya elewîtiyê ye

Yek ji çand û baweriya ku heta roja me ya îro li ber xwe daye û xwe parastiye elewîtî ye. Ji bo hebûna xwe biparêze hinekî xwe şibandiye misilmantiyê. Lê pêwîste elewî êdî li rastiya xwe vegerin

Felsefeyên elewîtî û mazdayî, ji hemû heyînên gerdûnê yên herî kamil û Xwedayî ne. Mirovê xwediyê vê rewşê, bi xislet û taybetiyên xwe ve tê xuyakirin. Li gorî van baweriyan tenê mirov bi hiş û ramana xwe hay ji vê rewşê heye. Ji ber vê sedemê, mirov ji hemû heyînên xwedayî û taca wan bilindtir û pîroztir e. Li gorî vê felsefe û baweriya elewîtî û mazdayî; “Roj bav e û erd dayik e. Roj bi tîrêjên xwe dinyayê tîne ber zayînekê û her tişt ji erdê çêdibe.” Di heman demê de; Gotina “Xwe za”, yanî “ji xwe zaye” di kurdî de wateya yê her tiştî vedibêje û bi zelalî radixe ber çavan. Tenê ya girîng mirov çiqasî dikare bi wêrekî û dilsozî li ser vê rewşê bifikire û ji encama wê netirs e. Heke mirov ji fikir û ramanên ku rê li ber guherînekê vebike bitirse, mirov nagihêje heqîqetê. Ji bo gihiştina heqîtê pêwîstî bi lêhûrbûn û lêkolîneke bi wêrekî heye. Her wiha pêwîste ku mirov xwe ji qeyd û bendên dîlgirtî yên li rastiyê ketiye rizgar bike.

Bêguman gelek civak, netewe, çand û baweriyên cuda di bin ol û baweriya serdest de eciqiye û ji xwezaya xwe dûr ketiye. Di ser de veguheriye serdestên xwe û li dijî xwezaya xwe, çand û baweriya xwe ketiye nav dijberiyekê.  Ev dijberî û berovajî felsefe, çand û baweriya xwe ya resen tevgerîn rê li ber qirkirinekê vedike. Li Kurdistanê bi dehan çand û baweriyên cuda bi hatina Îslamiyetê ve heliyan û tune bûn. Yek ji çand û baweriya ku heta roja me ya îro li ber xwe daye û xwe parastiye elewîtî ye. Belê ji bo bebûna xwe biparêze hinekî xwe şibandiye misilmantiyê. Ev heta cihekî tê fêhmkirin. Lê pêwîste elewî êdî li rastiya xwe vegerin û xwe ji rewşa şibandinê rizgar bikin.

Lewre aşkera ye ku felsefeya elewîtiyê ne li gorî îslamê ye, an jî ne felsefeyek e ku wekî mezhebeke îslamê hatiye ava kirin. Heta mirov dikare bêje bi tevahî li dijî felsefeya îslamê ye. Her wiha diyar e ku hewldana lihevkirina elewîtî û îslamiyetê, anîna wan a li kêleka hev yan jî bi hev ve zeliqandina wan vikî vala û bêencam e. Li aliyê din, elewiyên ku heta îro şert û mercên Îslamê bi cih neanîne, xwe misilman bihesibînin, şaşiyeke mezin e. Ji ber ku li gor îslamê kesên ku yek ji şertên îslamê jî pêk neynin ne misilman in, îdiaya wan a misilmantiyê di nav misilmanan de nayê hurmetkirin û bi aşkerayî ji hêla wan ve tê redkirin. Ya nakok ew e ku tu elewî şertên îslamiyetê bi cih naynin û dijberî baweriya wan e.  Yanî hem dê şertên îslamiyetê li dijî elewîtiyê be, hem jî dê baweriya xwe bi pêxember, xelîfe û gotinên wan bîne. Elewiyên ku  bi vê nêzîkatiyê tev digerin xwe tune dikin. Ji bo vê yekê li eslê xwe vegerîn, xwebûyîn, hewcehiyeke rêzê ya li xwe û elewîtiyê ye.

Ya pêwîst ew e ku parastina çand û baweriya resen a elewîtiyê ye. Mafê kesî nîne ku çand, bawerî û felsefeya civakekê bi destarê pişaftinê yê serdestiyê ve berde. Tişa ku heta niha hatiye kirin divê tehlîla wê baş bê kirin sedem û encama wê baş bê fêhmkirin, li gorî divêtî û pêwistiyê li xwe veger pêş bikeve. Çand û bawerî nasnameya netewe û civakê ye. Hek jiyan li ser çand û baweriya wê civakê teşe negire û pêş nekeve mirov nikare behsa nasnameya wê civakê jî bike. Lewma jî parastina çandê ewqas pêwîst û jiyanî ye.