13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deh hezaran li Edeneyê Newroz pîroz kirin

Bi deh hezaran welatî li Edeneyê kom bûn û bi coşek mezin Newoz pîroz kirin.

Bi deh hezaran mirov li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan Newroz kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi deh hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, ji bo şehîdên azadiyê rêz girtin. Girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Gelek kes bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne çalakiya xwe li qada Newrozê dewam kirin. Ciwanan ji bo piştgiriya bi girtiyan re strana “Mehkûmên Azadiyê” gotin û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Kemal Kûrkût jî pankart hatin hildan. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr Newroz li girtiyan û Abdullah Ocalan pîroz kir. Esengul Demîr anî ziman ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiyê heye, yekane rêya vê yekê jî bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye û got, “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Di pîrozbahiyê de xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne tevî Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan axivî nirxandinên Abdullah Ocalan ên salên berê yên têkildarî Newrozê bi beşdaran re parev kir.

Pîrozbahiyê bi muzîkê dewam kir.