28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cîhanbeylî Nagîhan Akarsel bibîr anîn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga hilbjartinê ya li navçeya Cîhanbeyliyê de anî ziman ku dê agirê Newrozê bigînin sindoqan. Edîtora Jîneolojîyê Nagîhan Akarsel bibîr anî.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Konyayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Cîhanbeyliyê mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng, li Qada Pazaryerî ya Cîhanbeyliyê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez û Bulent Kilinç, namzetên hevşaredariyê yên Cîhanbeyliyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş û rêxistinên Konya û navçeyên wê tev li bûn. Di mitîngê de gelek caran dirûşma “DEM dê were dewran dê biguhere” û “Jin, jiyan, azadî” hatin barzkirin.

Rojnameger Akarsel bibîr anî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari gel silav kir û edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel a li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin û Mûrat Bozlak bi bîr anî û got ku dê neyên jibîrkirin. Hatîmogûllari ji girtiyên siyasî re silav şand.

Hatîmogûllari, got ku di 8’ê Adarê û Newrozê de bi milyonan kes daketine qadan û îradeya aştî û azadiyê raber kirine. Hatîmogûllari, diyar kir ku dê ruh û coşa Newroz û 8’ê Adarê veguhêzin ser sindoqan.”

Mitîng bi govend û dirûşman bi dawî bû.