13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Antalyayê bi coş Newroz pîroz kir

Bi deh hezaran gelê Antalyayê bi coşek mezin li Qada Bajarê Kepez a Antalyayê kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Li Antalyayê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” danê sibehê coşa Newrozê dest pê kir. Gelê Antalyayê serê sibê berê xwe da Qada Bajarê Kepezê û qad mişt kirin. Di pîrozbahiya ku bi  Koroya Zarokan a Koma Aryan dest pê kir, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtin û pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Parlamenterê  DEM partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç wê axaftinê kirin. Hunermend Hivda Gokel û Kamuran Drej derketin ser dikê.

Li Edene jî bi hezaran daketin qadan  û Newroz pîroz kirin. Li Edene bi hezaran welatî gihiştin hev û agirê Newrozê geş kirin. Gel azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest.

Enqere

Pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Anitparkê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevli bû. Tevlibûna zêde ya ciwan û jinan bal kişand. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji zindanan re” hate berzkirin.  Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nameya namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hate xwendin. Piştre jî namzetên din ên DEM Partiyê yên bajar li ser dikê hatin vexwendin.
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan di pîrozbahiyê de axivî û got: “DEM Partî ne tenê ya kurdan, partiya çepgir û sosyalîstan e. Partiyê hemû kesên cihêkarî lê tê kirin e. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Ji bo vê jî divê DEM Partî xurt bibe. DEM Partî ji bo Enqereyê vebijêrkeke çep e.  Em tenê ji bo DEM Partiyê deng dixwazin.”
Buldan: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir û got: “Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêka kurd e. Îro ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ez wan silav dikim. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li vir careke din bang dikin; tavilê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo rakirina tecrîdê girtî di grevê de ne, dayik nobetê digirin û meşên azadiyê tên lidarxistin.”
Pîrozbahî bi stranên Şîlan Dora û bi govendê bi dawî bû.