8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deh hezaran li Êlihê gotin: Bijî berxwedana zindanan

Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Êlihê bûn û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Dema Dayikên Aştiyê derketin ser dika Newrozê, bi deh hezaran bi yek dengî gotin: “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo”.  

Bi deh hezaran welatiyên ÊLihê beşdarî Newroza “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bûn. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di pirozbahiyê de siyasetmedar û namzetên şaredariyê axaftin kirin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Dayikên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd Nobeta Edaletê digirin bi pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” derketin ser dikê û bi deh hezaran mirov silav kirin.  Yek ji çalakvana Nobeta Edaletê Sûltan Azboy, wiha got: “Merheba bajarê Egîd û qehremanan. Em weke Dayikên Edaletê li 8 bajaran ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe di nobetê de ne. Silav ji kesên li girtîgehan li ber xwe didin re.” Deh hezaran kesan bi hev re dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Piştî axaftinan Tuncer Bakirhan û dayikan agirê Newrozê pêxist. Hinek ji ciwanan bi cilên xwe agirê Newrozê gûr kirin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Sûavî û hunermendên din berdewam kir.