2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li 14 navendan Newroz pîroz kir

Gel li 14 navendan daketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Bi deh hezaran daxwazên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman.

Pîrozbahiyên Newroza 2024’an ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin îro li 14 navendan tê pîrozkirin. Gelê kurd û dostên kurdan îro li Dêrsim, Êlih, Agirî/Bazîd – Panos, Qers/Qaxizman, Mêrdîn/Nisêbîn, Mûş/Milazgir – Kop, Sêrt/Dihê, Erzirom/Qereçoban, Erdexan/Mêrdinik, Balikesîr, Hatay û Mûglayê agirê Newrozê geş kirin û daxwazên xwe anîn ziman.

Êlih

Bi deh hezaran welatiyên Êlihê di saet3en serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girseyê li qadê bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo berz kir.”

Pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan didome. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.  Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk Newroza gel pîroz kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi bîranîna Mehmet Sîncar, Cengîz Altûn, Seyfettîn Tepe, Edîp Solmaz û Salih Ozdemîr dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, anî ziman ku gelê Stenbolê li qada Newrozê gotin; ‘muxatabê meseleya kurd Îmrali ye û wiha got: “Deklerasyona 2013’an hevnasîna Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re bû. Ew deklarasyon deklarasyona pêkvejiyana kurdan û gelên din a bi ziman û nasnameyên xwe bû. Em careke din dibêjin ku muxatabê pirsgirêka kurd Îmrali ye û em li gel deklarassyona aştî û çareseriyê ya sala 2013’an e.”

Newroz bi gerandina govendê dom dike.

Nisêbîn

Li navçeya Nisîbên a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn kom bûn. Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! Dema azadî û serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Bi hinceta ewlehiyê dora qada Newrozê bi bariyeran hatin girtin û heta saet 10.30’an jî destû nehat dayîn welatî bikevin qadê. Welatiyên ku li pişt bariyeran kom bûn, xwe li benda saeta ketina qadê girtin. Ji serê sibehê ve bi hezaran kes di dest de flamayên bi rengên kesk, sor û zer û bi dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” diherikin qadê.

Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi coşeke mezin xelekên govendê digerînin û jinên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li qada Newrozê dirûşmên berxwedanê tên berzkirin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi girseyî ketin qada Newrozê ji hêla gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Pîrozbahiyê bi axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk berdewam kir.

Panos

Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Panos a Agiriyê li rex Navenda Çandê hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Şêniyên navçeyê tevî barîna baran û berfê jî herikîn qadê û govenda Newrozê gerandin. Tevlibûneke xurt a ciwanan hebû. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û pîrozbahî bi axaftinan dom kir.

Milazgir

Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgir a Mûşê jî Qada Qesaban bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî jî pîrozbahî bi tevlibûna hezaran kesan hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî tev li pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me biqudret e” hatin vekirin. Zarok û jin bi cil û bergên kurdî ketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan heta demekî dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Kemal Ozel di pîrozbahiyê de spasiya gel kir ku tevî hewayê nebaş jî hatine qadê. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Yafes Dînar jî got ku Newroz roja azadî û berxwedanê ye û Newroza her kesî pîroz kir.

Kop

Pîrozbahiya Newroza navçeya Kopê ya Mûşê jî bi tevlibûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li rex Termînala Kopê hat lidarxistin û qad bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Xelkê navçeyê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê.

Bi taybet jî tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Welatiyên li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hunermenda Şehrîbana Kurdî piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Qaxizman

Li navçeya Qaxizman a Qersê bi tevlibûneke zêde ya jinan û ciwanan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya li navçeyê bûn. Li vir axaftin hatin kirin û piştî axaftinan hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûrcan Degîrmencî û Mehmet Serhad derketin ser dikê. Welatiyên li qadê demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.

Qereçoban

Newroz, li navçeya Qerecoban a Erziromê jî hate pîroz kirin. Ji bo pîrozbahiyan bi sedan kes hatin bahev. Di pîrozbahiyên ku Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî jî beşdar bû de bi dirûşmeyên hatin berzkirin daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. Gel bi coşek mezin agirê Newrozê vêxist. Girseya li ber stranên Hunermend Denîz Esmer ê derket ser dikê govend gerand, têra dilê Newroz pîroz kir.

Dihê

Qada Kanî Mergî ya li quntara Çiyayê Çiravê yê navçeya Dihê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Gel, qada ku bi alên rengîn ên Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi rengên kesk û sor û zer hatiye xemilandin, berî ku Newroz dest pê bike dagirt.

Gelê Dihê li ber muzîkên hatin lêxistin govend gerandin û hêj diherikin qada Newrozê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal dê axaftinekê bike.

Balikesîr

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li qada Deve Gureşî ya Taxa Bahçelîevler a navçeya Bûrhaniyeyê, bi tevlibûna parlamenterê partiya xwe yê Antalyayê Sarûhan Olûç Newrozê pîroz dike.

Ji her beşa civakê di saetên serê sibê de gel herikî qada Newrozê ya coşeke mezin lê heye. Newroza ku gel bi cil û bergên xwe yên netewî tev li bûn bi tilîliyên jinan û gerandina govendê dest pê kir. Li qada ku Newroz lê hate pîrozkirin pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin.

Li Newroza ku alên DEM Partiyê tên hilgirtin de gel peyamê didin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bayê DEM’ê dê were.

Newroz bi axaftina Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç berdewam dike.