9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em azadiya Ocalan dixwazin’

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm anî ziman ku Partiya Yeketiya Suryan kongreya xwe ya çaremîn bi serkeftî pêk anî û wiha got: “Di çarçoveya siyaset, stratejiya partiyê û der barê armancên netewî û niştimanî de biryar hatin girtin. Gelê suryan ji bo yekîtiya gelan têdikoşin.”

Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4`an li dar xist. Di kongreyê de Şamîran Denho û Senharîb Bersûm ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Têkildarî kongreyê, rewşa gelê suryan û rêveberiya xweser em bi Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm re axivîn. Senherîm Bersûm anî ziman ku Partiya Yeketiya Suryan kongreya xwe ya çaremîn bi serkeftî pêk anî û wiha got: “Di kongreyê de serokatiyeke hevbeş û endamên meclîsa partiya hatin hilbijêrin. Di çarçoveya siyaset, stratejiya partiyê û der barê armancên netewî û niştimanî de biryar hatin girtin.”

Senherîm Bersûm anî ziman ku biryarên curbicur hatin girtin û wiha axivî: “Biryarên rêxistinî, siyasî û piratîkî ku xizmeta daxwazên ji bo doza gelê me yê suryan e û mafên wî yên neteweyî li sûriyê pêk tînin, girtin. Ji bo gel li Sûriyeyê bigêje armancên xwe û bigêje Sûriyeyek demokratîk, plan dike ku bi hemû pêkhateyên xwe re Sûriyeyek demokratîk ava bike. Kongre li ser yekitiya gelê Sûriyeyê û çareseriyê pêk hat.”

 Rêveberiya xweser çareserî ye

Bersûm da zanîn ku ew hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê parastina rêveberiya xweser li bakur dixebitin û wiha berdewam kir: “Pêşketinên pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelan modelek jiyanî ye. Ev pêşketin dê bibe bingeha çareseriya siyasî ya Sûriyeyê. Partiya me û gelê me li ser rêya şehidan têdikoşin. Li ser vê bingehê gelê me her tim li gorî meclîsa leşgerî ya suryaniyan û hêzên li eniyan cih girtiye û şehîd bûne û tev digere. Gel li dijî hemû rêxistinên terorîst mil daye hev û bi me û pêkhateyên mayî re çalak kar dike. Da ku gelê me di nava saziyên rêveberiya xweser, komîn û saziyên din de cih bigire.”

Ji bo yekîtiya gelan têdikoşin

Bersûm bilêv kir ku têkiliyên wan bi hemû hêzên ku bi rêya dadê doza gel û mafên xwe yên rewa dikin re heye û wiha lê zêde kir: “Em bi partiyan re peywendiyên xwe yên nêzîk ava dikin. Em di nava encûmena Suriyeya demokratîk de kar dikin. Em hewl didin ku rola xwe ya guncaw di asta Sûriyeyê de bilîzin. Ji bo yekitiya gelên din û partiyên din em têdikoşin. Ji bo yekitiya gelê me ya siyasî peymanên hatine îmzekirin gavek erênî ye. Di vê qonaxa ku Sûriye û hemû pêkhate tê re derbas dibin pir girîn e.”

Bersûm bal kişand ser bandora şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Hemû hêz beşdarî heza leşkerî bûn. Ji hemû pêkhateyan xwîna şehîdan tev li şoreşê bû. Tevlêbûna şer a hemû pêkhateyan destkeftiyên erênî bidest xist. Bû sedem ku hemû pêkhate beşdarî rêveberiya xweseriya demokratik bibin. Piştî şoreşê dest pê kir, gelê me yê suranî tevî kurd û ereban azad in. Metirsiya hezên terorist li ser kar û barên wan tune ye. Îro gelê me, di çarçoveya peymana azadiya civakî de, dikare di nava saziyên civakî, sivîl, siyasî, jin û ciwanan de xwe birêxstin bike. Ev hêz dide ku gelê me li Sûriyeyê tev li xebatên azadî bibin.”

Gelê suryan ji rejime pir kişand

Bersûm da zanîn gelê suryanî ji destê rêjimên şoven ên li Sûriyê serwer bûn gelek êş kişand û got: “Rejîmên serwer ên Sûriye, suranî -asûrî ji mafên wan ên siyasî û civakî bêpar hiştin. Gel neçar man koçber bibin. Bi guhertina rêvberiyê re aramî pêş ket. Piştî şoreşê guhertin û destkeftên rast pêş ketin. Niha şoreş didome. Em ê li dijî her dagirkerî û destserkirina heta serkeftinê têbikoşin.”

Bersûm bal kişand ser nêzîkatiya gelê Suryan a li dijî tecrîdkirina Ocalan û wiha berdewam kir. “Em hemû siyaseta Tirkiyeyê ya dijminantiya gelê kurd dike red dikin. Tirkiye bi siyaseta  yek ol, yek al, yek ziman û yek netew tev digere. Li vir rêbazên çewistandin û tecrîdê heye. Em tecrîdkirina Abdullah Ocalan red dikin. Tirkiye qanûnên navdewletî binpê dike.”

Em azadiya Ocalan dixwazin

Bersûm der barê hamleya ji bo azadiyê hatiye destpêkirin jî axivî û got: “Ev hamleya dengê li dijî neheqiyê ye. Dengê rastiyê ye. Em wekî Partiya Yeketiya Suryaniyan bi îmzeyan û bi çalekiyan beşdarî parastina azadiya Abdullah Ocalan bûn. Em Azadiya Ocalan dixwazin. Ji ber  ku fikrên wî xizmeta gelan û avakirina neteweyan li ser têgehên nû yên li dijî şovenîzm, şer, olî û netew-dewletê ne.

Yekitiya gelê Sûriyeyê pêwîst e

Bersûm da zanîn ku azadiya kurdan dê azadiya gelên din jî pêş bixe û wiha bi dawî kir: “Gelê kurd jî wekî me rastî qîrkirin, biçûkxistin û koçberiyê hatiye. Hezên desthilatdar nexşeya Rojhilata Navîn piştî şerê cîhanê yê yekemîn xêz kirin. Vê yekê zerar da gelên Rojhilata Navîn. Hêzên mêtinger û rejîmên şovenîst mafê gel binpê kir. Ji bo wê îro pêwist e li Sûriyeyê lî hemû gel di nava yekitî û tifaqê de bijîn. Bi hev re xwe bi rêve bibin û bi hev re têbikoşin. Em li pişt gelê kurd in. Em mafên wan diparêzin. Em hewl didin piştgiriyê bidin yekîtiya gelê Kurdistanê da ku aramî û aştî pêş bikeve.”