27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dejavu û trajediya dîrokê

Ez vê carê dixwazim çîroka trajediyekê ya penaberiya cihûyan bi we re parve bikim. Di şerê duyemîn ê cîhanê de, komkujiya herî mezin û hovane bi serê cihûyan de anîn. Şopên reş ên vê komkujiyê heta îro tên dîtin. Lê gelo cihûyên vê demê ji komkujiyê filitîn di ferqa vê yekê de ne?

Sedema gumanên min ên di vê mijarê de, axaftinên çend cihû ên li gel Serokkomarê Elmanya Frank Walter Steinmeier’ê ne. Lê ewil ez bêm destpêka bûyerê.
Di dema şerê duyemîn ê cîhanê û beriya şer gur bibe bi hezaran malbatên cihû, di lêgerîna ewlehiyê de berê xwe dan welatên weke Ukranyayê. Bi taybet ji bo me kurdan ev dîmenê koçberî û neçariyê ne tişteke nû ye. Di warê hest de jî ez bawer dikim ku mirov dikare fêm bike. Lê trajediya esil ew e ku niha piştî 80 salan 3500 hezar cihûyên ku li Almanyayê nikaribûn hebûna xwe biparêzin, neçar man ji stargehên xwe vegerin Almanyayê. Jinek cihû li gel Steinmeier gotibû: “Ez 9 salî bûm dema em ji şer reviyan niha 90 salî me dîsa neçarî penaberiyê bûm.”

Ger ev ne trajedî be çi ye?

Lê mijara balkêş a di vê çîrokê de, nûçeyên Almanyayê dîmeneke welê raber dikin, ev cihûyên ku çûne Almanyayê hingî kêfxweşin ku dikaribûn koçber bibin. Spasiya wan penaberan parve dikin û dîmenek wisa nîşan didin weke ku Almanya ji hemû dewletan a herî dilnizm û demokratîk e ku wan cihûyan dihewîne… Rast e, ev dîmen fikrê mirovan di carekê de tevlîhev dike. Lê piştî saniyekê ku mirov difikire pirsa “çima na?“ dike. Almanya jî bi vî awayî şopa reş a dîroka xwe paq dike û hêzên şer jixwe bi şerê ku dimeşînin hevsengiyan li bin guhên hev dixin. Pergala mêr-dewletê di vê sedsalê de jî careke din nîşan da ku ew ji bo hêza xwe zêde bikin, her kes û her tişta ku ji bo xwe asteng dibînin dikarin derbas bikin û lîstikê li gorî xwe saz bikin.

Beriya ku em vê mijarê derbas bikin ez dixwazim balê bikişînim ser mijara çekên şer ku li tevahiya cîhanê dibin sedema mirin, talan, şer û koçberiyê. Dewleta Almanya belkî cara ewil rûyê xwe yê nîv rast di şerê dagirkeriyê yê Tirkiyeyê de nîşan da. Vê hefteyê cara ewil bi van gotinan piştgiriya xwe bi şer re diyar kir. “Mafê Tirkiyeyê ye ku xwe biparêze, helbet divê baldar be ku zirarê nede xelkê sivîl. Di destê me de delîlên şênber tune ne ku ji vê operasyona leşkerî zirarê bide sivîlan.”

Her çiqasî ev yek berê jî dihat zanîn, lê cara ewil bi awayekî vekirî hat gotin. Ev gotin û pratîka Almanya nîşan dide ku bi van polîtîkayên xwe wê hîn zêdetir rê li ber koçberiyê veke. Dibe ku di nava salên bên de bi zêdebûna hejmarên penaberan re, êdî gilî û reşkirina van jî dîsa zêde bibin. Vê demê em bibînin bê ka spasiya penaberan wê çiqasî bandora xwe li demê bike.

Niha jî bêyî ku em zêde di nava mijara şerê Ukranya, Rûsya, Almanya û her wekî din de winda bibin; em ê berê xwe bidin Rojhilata Navîn. Qada lîstikê ku hêzên hegemon herî zêde jê hez dikin bêguman Rojhilata Navîn e. Şerê li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê jî, heta îro dewam dike. Ev şer heta îro jî bandorê li jiyana jin û zarokan dike. Lê heta îro jî (ji derveyî piştgiriya Almanyayê) bêdengiyeke mezin li dijî vê yekê heye. Xelkên Kurdistanê jî neçarî koçberiyê dibin. Lê ev gel ji bo xwe dibêjin; “Em ne kurdên berê ne.” Rast e, mînakên Efrîn û Şengalê ger em bînin ber çavên xwe mirov dikare bêje‚ “kurd nema kurdên berê ne”. Çiqasî warê wan hat dagirkirin jî, ji Efrînê dûr neketin û ji bo vegera warên xwe li ber xwe didin.

Êrîşên li dijî Şengalê jî didomin. Lê şengalî bi helwesteke xurt bang li şengaliyên derveyî welêt dikin ku vegerin warên xwe û xwedî lê derkevin.

Şerê li Kurdistanê mixabin bû perwerdeya jiyanê ku vî gelî ji herdemê bêhtir xurtir kiriye. Encamên vê “Perwerdeyê” em îro di bangên dayikan û di berxwedana gerîla de dibînin. Her çiqasî plan li ser hevsengiyan hatibin kirin û her çiqasî dewleta tirk a qirker xwe bi çekên NATO’yê xwedî dike û êrîşî kurdên berxwedêr dike jî. Wê planên qirkeriyê ji ber parastina rûmetê û xwedîderketina vî gelî bi ser nekevin. Tevî hemû berdêlan jî bi pêşengtiya jinan careke din diyar bû ku wê kurd bi yekitiyê kurmê darê di nava jehrê hevkarên xwe de bifetisîne.