8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bellerefon û dêwe sê serî chimeria

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

…Gava meriv di vê serdema nûjen de, li cîhûwarên dêrîn digere, wekî meriv hatibe tirûskandin. Heska demê, meriv di bermîla xwe de li hev dixîne; mekan û zeman li nav hev dikeve. Paşê jî, taqek li wî konê xumama meriv rapêçayî dikeve û wiha meriv xwe di wê taqê re berdide û derdikeve gerûgeşta demûdewranên dêrîn; mîna meriv derketibe rêwîtiya serdaba demê. Hingê, beden ji giyanê meriv re dibe hespekî bi bask, ji wan hespên şeyda.

Ez xerab-bajarê Olîmposê, digel cengila daristana wê ya ku bêhna şimamokên kal jê dihat, li dû xwe dihêlim û di gêdûka li deryayê vedibi re, xwe berdidim devê deryayê. Tedît ew gêdûka tirba qeptan Eudemos lê, ku min helbest-zêmara li ser wê hatibû niqirandin, ji we xwînerên xemxwur e, pêşkêş kiribû.

Gava meriv xwe beridide li ber lêva deryayê, hema li ser milê çepê himcirekî qul tê dîtin. Nizanim çima. Temenê merv çi diba bila be. Hema çawa meriv çav li wê qula hîmcir dikeve, meriv dibe nola zarokekî netebitî û teqez diçe xwe di qula wî hîmcirî re derbas dike. Hingê meriv xerab-bajarê Olîmposê, digel Zenîketesê şeyda yê serîhildêr û qeptan Eudimosê romantîk li dû xwe dihêle û êdî meriv çend-sed gavekî di nava xîzeka/pilaja ku zir-reqên deryayê, (caretta caretta) di nav de hêke-hêlîn çêkirine dimeşe, paşê dîsa li ser milê çepê dizîvire û rêk ber bi pêta arê Chimera yê dêwê mîtolojîk ve dimeşe.

Ji cîhê erebe lê parq dikin û heta lana Chimera yê dêwê sê serî, bi qasî kîlometreyekê em bi xaçirêkekê ve radipelike. Di sawgura êvara teng de em xwe digihînin lana dêw. Aleviyên arê Chimera, li pêşiya me direqisin û nola semazenên reqsok, me pêşwazî dikin.

Chimeria Yaxwud şêre-mar

Li gorî gotinên gotinbêjên serdema dêrîn, (nexasim jî Homerosê vebêjerê gotinên qerase yê destana Îlyada û Odysseia) dibêjin li jora xerab-bajarê Olîmposê dêwek hebûye. Dêwê min û we, giyanwerekî welê bi xof bûye, heta hingê tu kesekî ne tiştekî wiha dîtibûye, ne jî bihîstîbûye. Dêw, giyanwerekî sê serî ye. Serê wî serê şêr, gewdê wî gewdê bizinê û teriya wî jî kerafîşekî ejderha bûye. Dema dikir hîrehîr û dişihiya, pêta ar ji devên wî difîriya. Sawa wî mîna sawa ruhstîn ketibû navdilê niştecîhên Olîmposê û yekuna xelkê qutifandibû. Yobates ê mîrê welatê Likyayê jî, nedikarî çareyek ji wî dêwê sê serî re bidîta. Hinek kesan ji dêwê gewre re digotin Chimeria/Çîmeyra, hinekan digotin Shimeria/Şîmeyra.

Ger ji min were pirsîn, navê wî yê esasî ne Çîmeyra ye û ne jî Şîmeyra ye. Navê xwe yê esasî, Şêre- mar e. Lewra serê xwe serê şêr, terriya xwe jî kerrafîşekî mara ye. Ev hebûna navê “şêr” herwiha navê “mar” xwe dispere hezaran sal beriya niha. Ev her du nav jî, ji hêla bêjenasên/etîmologên kurdan ve hatine piştrastkirin. Ger em xizmantiya xelkên Likyayî yên Lowî û Kurdên cîhana dêrîn bînin li ba hev, ev navê “şêre-mar” ne dûrî aqila ye. Lewra şaristaniya Lowî/Likya, Hattî/Hittît û ya Xorrî/Hurrî yan, ji serkana çanda heman kaniya vexwarine û jê xwedî bûne

Hasilîkelam. Werin em dêwê sê serî Chimeria li vê derê bihêlin û em êdî biçin li gel lehengê serdema xwe û egîtê deman, Bellerophon ê xweşbext.

Bellerophon

Homerosê xwediyê gotinên qelew, gotinên bibask yên sêhrawî; her wiha vebêjerê tragedya cenga jinxas û mêrxasan; zêmarbêjê nemir û hosteyê zimanşekirê rewanbêj, di destana Îlyada de qala pêlewaneke bi navê Sarpedon û Glaukos dike. Bi xêra mêrxasiya Sarpedonê leheng û kurxalê wî Glaukos, em bi mêrxasiya bapîrê wan Bellerophon jî dihesin.

Homeros, mêrxasiya Bellerophon ji guhdarvanên xwe re hema hewka nikilderî dike. Piştre, dûhatiyiyên Homeros ango şagirtiyên wî, ji me re biberfirehî qala Bellerophon dikin û bi nikilê çêlikê teyrê baz digire û ji hêka wî dertîne.

Bellerophon ê min û we (hingê navê wî ne Bellerophon bûye) rojekê li gel birayê xwe yê bi navê  Belleros, derdikevin nêçîrê. Bêhemd, birayê xwe dikuje. Li ser vê bûyera nebxêr, xelk navê Bellerophon li wî dikin. Ango Bellerophon, tê wateya “bellerosxwur”

Li ser vê bûyera bêyom, Bellerophon terkîdinya dibe. Diçe nîvgirava Mora û xwe davêje dexlê keya Proitos. Keya Proitos, bext dide Bellerophon ê leheng û wî li welatê xwe dihewîne.

Lê belê li vî welatî jî, felek ji Bellerophon ê leheg nagre. Vê carê dilê keybanû Anteia jina keya Proiros, ne bi dilekî, bi heft dilan dilê wê dikeve Bellerophon ê tîtal. Keybanû Anteia, çer dike, çawa dike, nikare dilê Bellerophon bibijîne çelengî û cemala xwe.

Bellerophontes, mêrxasekî bibext û bibiryar bûye. Lemajî, hewldanên keybanûya weynek, doxîna Bellerophon li xwe venake. Bêbersîvhiştina heza wê ya dilbij, keybanû Anteia, wê ji eyarê wê davêje der û buxtanê li hustê Bellerophon bar dike. Dibêje: vî mêrî, dastavêtiye min!

Keya Proitos li keybanûyê bi xuşûş e. Lema jî ew Bellerophon ê leheng, bi destê xwe nakuje. Lê divê lekê jî nîne li ser şan û şrefa xwe. Keya radibe nameyekê dinivîsîne. Namê bi şimayê mohr dike û dide destê Bellerophon. Wî dişîne li gel xwezûrê xwe Yobates ê keyayê Likyayê.

Keya Yobates, Bellerophon li paytext Santosê, bi pêşwazîyeke helahela û heytehol wî şerefyar dike. Neh roj û neh şevan wî bi xwarin û vexwarinên xweş wî diezimîne. Roja dehan, keya Yobates nameya zavayê xwe jêre şandiye vedike dixwîne. Çi bixwîne! Ev mirovê şapatekî pêde ku miqîm ciwangeyan jê re serjêdike, şeraba debixandî jêre pêşkêş dike, leke li dawa wî xistîye û destdirêjî namûsa qîza wî kiriye. Keya Yobates har û hêç dibe. Ji Bellerophon re dibêje: ez ê bi şertekî li te bibuhurim. Li welatê me dêwekî sê serî heye, emanê nade welatiyan. Navê xwe Chimeria ye. Lana wî li nava daristana çiyayê Olîmposê ye.  Û ez pêdizanim tu lehengekî welê ye, tirs çiye tu pênizane. Heke tu vî dêwî xofdar têkbibe, ez ê jî te li ciawanî û mêrxasiya te bibexşînim.

Bellerophon, çar neçar şerdê keya Yobates dipejirîne.

Çûyina li ser dewê sê serî

Keya Yobates ji Bellerophon re dibêje, here ji tewla min hespekî ji nava hespan ji xwe re bibijêre. Bellerophon diçe li nava tewla hespa digere. Hespekî dibîne, hema çi hesp! Gerînekên çavên wî, nola du bîrên êtûnê ne. Cot firnikên wî, li ser kirasê wî yê spîboz ê mîna kefa şîr, li tertîbê gerîneka du çalereşa ne. Ewqas cinî û sêhrawî ye, ne hed û hudûdê tu fanî ye ku bikaribe bi semt û stareya wî bikevin.

Bellerophon ê mêrxas, kir û bira xwe dike, daku xwe li dêwê xofdar derîne. Lê hema çawa! Wê şevê Bellerophon di xewna xwe de dibîne, Xwedawenda Athena tê lîwaneke sêhrawî datîne li ber serê wî. Dibe sibe. Bellerophon radihêje lîwana sêhrawî ya Xwedawend Athena û lêdixê berê xwe dide tewlexaneya hespên keya Yobates. Çawa Bellerophonê min û we, lîwanê davêje devê Pegasos. Ew hespê şêt yê netebitî, li ber destê Bellerophon dibe nola berxikekî henûn.

Bellerophon xwe davêje li ser pişta Pegasosê bi bask ê di krasê nola kefa şîr de, wanî spîboz û bi ezmanan dikeve. Pegasosê sêhrawî, radibe pêdar û tradê. Xwe li nava ewrên kurîşk kurîşkî dixîne. Çiyayên bi mij û moran li dû xwe dihêle. Xwe li lefeka mija ku nola kofiya pîrekî êzdî wanî li lûtkeya çiyayê Olîmposê hatiye alandin, dixîne û xwe berdide nava pêta arê ji devên dêwê sê serî hildibû, dide. Chimeria yê sê serî jî, li hember Bellerophon  siwarê Pegasos sêhrawî, radibe pêdarê.

Bellerophon ê leheng, halanan di xwe hildide. Dibe hîrrehîra Pegasos. Chimeria yê dêwê sê serî jî, dike hirmehirm. Dinya dibe erdê eresatê! Yek ji wî, yek ji yê din. Şîrpînî û cilqîniyê ji hevdu tînin. Hevdu nehawî dikin. Carekê Bellerophonê min û we, kêsa xwe lêtîne. Rikêfî li ser Chimeria dike û hersêk serên Chimeria li şîpekê jêdikin. Paşê jî rima xwe ya nola rima di destê Dewrêşê Evdî de, tedît ew rima dowazde movik û çarde qîtikî, diziqitîne gewriya Chimeria. Wî dêwê xofdar, heft tebeqeyan di bin erdê de dibe xwar. Ji wî zir-dêwî tenê, aleviyên ji gewriya wî hildibû, dimîne li ser rûkalê vê dinya gewrik.

Hingê, şahî dikeve nava xelkên Likyayê, nexasim jî niştecîhên Olîmposê. Dinya dibe erdê eresatê! Alem radibin tratê. Keç û xort meşeleyan ji wê pêta arê Chimeria yê dêwê sê serî pêdixin û rêk ber bi navenda bajarê Olîmposê ve dibezin. Ew roj û ev roj. Coş û peroşa benîademiyan, ya ji destê dêw û tîranan rizgarbûyî, bi pêşbirkên cûrbicûr berdewam in.

Ew meşale, niha jî her ji çar salan carekê, ji her parzemîna vê dinyalikê, her yek bi xelekeke di rengê kirasê parzemîna xwe de, bi hilbijartin, li welatekî bi aram, bi navê Olîmpiyat tê lidarxistin û bi pêxistina meşaleyê, pêşbirk destpêdikin. Ev meşale, aha ew meşale ye!