28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dergûş û lorîkên dayikan

Di serdemên destpêkê de jinan bi zahmetiyên pir mezin zarokên xwe xwedî dikirin. Ji aliyekî ve kar barên nêçîrvanî û danehevê ji aliyê din ve jî mezinkirina zarokan bi destê jinan dihat kirin. Jin di nav kar û barên rojane de tim piralî dixebitîn. Jin di nav jiyanê de hem neçîrvan bûn, hem karê danehevê dikirin, hem dayîk bûn hem jî heta 10-12 saliya zarokan bi wan ve eleqedar bûn. Yanî rol û ristên civakî di van serdemên pêşî de di destê jinan de bû û her wiha jinan di her qadên jiyanê de ji bo zarokên xwe ango civakê li ber xwe jî dida.

Dergûş amûra ku jiyan tê de dest pê dike û heta mirinê didome. Dergûş yek ji wê amûrêye ku wek pêdiviyeke rojane derketiye holê û jinan ji bo zarokên xwe bikar anî ye. Amûreke ku hem ji bo dayikan rihetî ye hem jî ji bo zarokan cihê kêfê ye. Dergûş zarokan hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê derûnî de rihetir dike.

Dergûş zarokan diparêzin

Her çiqas ku ji bo serdemên pêşî bi awayekî şênber em nikarîbin qala çêkirina dergûşê bikin jî ji bo zarokên nû ji dayîk bûne li erdê nemînin, an di nav dest û pêyan de nemînin yanî ji bo parastina pitikan amûrên wek dergûşê dihatin bikaranîn. Ji bo pitikan di serî de cihên bilind, ango sindoq, bêjing di şûna dergûşê de dihat çêkirin û pitik bi vî awayî ji kêzik û mişkan û ji nav dest û pêyan dihatin parastin.
Dergûşa herî kevn ya beriya 2 hezar sal berê ye û ji daran hatiye çêkirin. Lê helbet em dizanin ku dergûşê ji vê kevntir jî hene li ji ber ku ji dar û kincan hatine çêkirin negihaştine roja me ya îro.

Hema bêje dergûş di hemû çandên cîhanê de hene û ji dar û textikan hatine çêkirin. Lê bi demên ‘modern’ ango pêşketina madenê re êdî dergûş li gelek welatan ji hesin û bafûnê hatine çêkirin. Di nav civakên koçber û civaka koçeran de ji ber şert û mercan zêde dergûş nehatine bikaranîn. Di şûna wê de bi giştî pitik li pişta dayikan di tûran de bûn, yan jî di pêçekê de dihatin pêçandin

Çandeke kevnar e

Ji Mezopotamyayê heta Anatolya, Asya, Misir, Ewropa, Afrîka û gelek welatên din dergûş hatiye bikaranîn. Her welatekî jî dergûşê li gor urf û adetên xwe li gor çanda xwe çêkirina û pişt re xemilandine. Li Mezopotamyayê, li Anatolyayê, li Alaskayê, li Asyayê… her yek dewlemendiyek her yek çandek e.

Wek her amûrê dergûş jî li gor rewşa demê diguhere. Bi kifşkirina hesin û madenên din re êdî dergûş ji hesin hatibûn çêkiirin. Di sedsala 16’emîn de dergûş êdî di nav gelek malbatan de wek nîşaneyek ji ya dewlemendiyê jî tê dîtin. Ji ber ku êdî dergûşên ji zêr jî hatine çêkirin û ev tenê ji aliyê malbatên burjuvayî ve hatine bikaranîn. Li ser hin dergûşan jî motîfên ji xwezayê û wêneyên efsaneyan hatine xêzkirin.

Li gor etnografan dergûş ji bo tenduristiya zarokan yanî ji bo beden û hestiyê wan pir girîng e. Hem ji ber ku piyê zarokan ji erdê qut dike wan ji sermayê diparêze hem jî ji bo dergûş tê hejandin zarok zû bi xew ve diçin. Ji aliyê din ve jî bi boneya ku dayîk di dergûşê de şîr didin zarokan ev yek ji bo pêşketin û derûniya wan dibe aliyê herî baş. Tişta din a baş ew e ku bi hezaran dayik zarokên xwe li ber lorîkan mezin dikin.

Lorîk û hestên cur bi cur

Li Kurdistanê em dikarin bêjin berê di her malê de dergûş-landik hebûn. Her dayikek pitikên xwe di dergûşên darî, hesinî de li ber lorîkên ku di her hevokeke wê de hesret, berîkirin, kêf, şahî û gelek mijarên din tê de derbas dibûn, mezin dikirin. Her dayîkek bi laçikên xwe yê spî destekî wan li ber serê wan destê din ji bi darê dergûşe ve lorîkan digotin.

Berê her zarokeke kurd di dergûşê de li ber van lorîkên dayîkan, bi zimanê zikmakî û dengê qedîm mezin dibûn. Her wiha her yek ji van zarokan piştî temenekî dibûn xwedî bîreke çanda kurdewarî û têkiliyeke xurt di navbera wan û dayikan de ava dibû. Îro her kes dizane ku di nav kurdan dengê xweş pir berbelav e. Gelo ev bandora dayikên me ên ku ji aliyekî ve di lorandin ji aliyê din ve dergûşa dihejandin bû? Bila ev jî teza me ya li vir be.

Ber bi pêla asîmîlasyonê ve

Li Kurdistanê bêguman îro bi hezaran zarokên kurd di bin pêla asîmîlasyonê de ne. Li aliyekî her diçe zimanekî ku êdî lorîkên wên jî tên jibîrkirin, li aliyê din jî bi lorîk û filmên karton ên bi tirkî zarok hê di dergûşê de dikevin bin pêla asîmîlasyonê. Di şûna ‘lorî lorî keça min lorî ,lorî lorî kurê min lorî ‘… de êdî ‘dandînî dandînî destana’ di kerika gohê zarokan de tên bi cîh kirin.

Ji aliyê din ve jî êdî çanda dergûşê jî her diçe ber bi tunebûnê ve diçe. Di şûna dergûş û lorîkên dayikan de zarok di bin pêla modernîzmê de bi terz û şêwazên cudatir û bi terzên burjuvaziyê tên mezinkirin.

Ji aliyekî ve şert û mercên asîmîlasyonê yên ku her diçe dibe barê girantir û zarok hê di dergûşê de hebûna xwe çanda xwe wunda dikin ji aliyê din vê jî êdî zarok bi zimanê zikmakî mezin nabin. Ji ber ku lorîkên kurdî êdî tune ne, çanda kurdewariyê êdî tûne ye.