2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda gel didome: Roj roja tifaqa gelê kurd e

Şerê ku Tirkiye û PDK’ê bi hevre li herêma Zap, Metîna û Avaşînê di 17’ê Nîsanê de ji hewayî û bejahî daye destpêkirin 17 roj in didome. Çalakiyên gel ên li dijî şerê ku Tirkiye û PDK’ê daye destpêkirin jî zêde dibin. Li welatên Ewropa, Rojava û Başûr û Bakur çalakî didomin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnex û navçeyên wê çalakiya “Li dijî şer nobeta jiyanê” dabû destpêkirin.Nobeta  ku duh li navenda Şirnex û navçeyê wê berdewam kir, îro li navenda Şirnexê berdewam kir. Gel û parlamenterên HDP’ê bi girseyî beşdarî nobedê bûn.

Parlementerên HDP’ê yê bajêr Nuran Îmîr,Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan, Nûnerên TJA’yê, hevşaredarên Sîlopyayê, Cizîr û Hezexê, nûnerên KESK û gelek welatî tevli nobedê bûn. Di nobedê de pankarta gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin“Me li berxwe da û çok danenî bi me serbilind bin”, “Tecrît sûcê mirovahiyê ye”, “Em HDP’yî ne li ber serkeftinê ve dimeşin”, “Em HDP’yî ne li her derê ne”hatin daliqandin.

Çalakiya nobedê bi klamên dayikan dest pê kir û bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” berdewam kir. Di çalakiyê de welatiyan pêvajo nirxandin û daxwaz kirin ku şerê navxweyî bi dawî bibe.

Nobed heta saet 5’an berdewam kir. Li ber dawîbûna çalakiyê HDP’îyan li ber avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyanî dan.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gûngen diyar kir ku li dijî şerê navxweyî pêwistî bi tifaqiyê heye û wiha got: “Îro roj roja tifaqiya gelê kurd e. Heger li rojhilatanavîn yêkitiya gelan neyê avakirin wê jiyaneke nû neyê avakirin. Heger ku yêkitiya me tune be wê azadî jî nebe. Em hêvîdar in ku ev sedsala 21’emîn wê bibe sedsala serkeftina gelê kurd.”

Nobet bi dirûşmeyên “Jin şer naxwazin” bi dawî bû.