21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî serdana DFG û MKG’ê kir

Endamên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê serdanên xwe yên li Amedê didomînin , îro Şandeya delegasyonê serdana DFG û MKG kir

Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di çarçoveya hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê û piştî Stenbolê duh hate Amedê. Şandeya ku duh çûbû serdana gelek saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, îro jî li hotêleke bajara bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û endamên komeleyan re hevdîtin kir.

Altan: Tevî hemû zextan çapemeniya azad li ser piya ye

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî xebatên komeleyê agahî bi delegasyonê re parve kir. Altan, da zanîn ku têkildarî pirsgirêkên rojnameger dijîn û zextên li ser wan xebatan dimeşînin û wiha got: “Dema qala Tirkiyeyê tê kirin, ji ewil zextên li ser çapemeniyê tê bîra mirov. Sedema esasî ya van pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkên ku ji ber bêstatûbûna kurdan û zextên li ser wan diafirin, bandorê li ser azadiya fikr û raman jî dike. Weke çapemeniya azad em xwe berpirsyar dibînin ku pirsgirêkên di meseleya kurd de derdikevin bi raya giştî re parve bikin. Dema em rastiyan parve dikin jî rastî zextên giran û tundiyê tên. Hêj îro jî 44 rojnameger girtî ne. Lê tevî her cureyên zextê jî hevalên me hewl didin pîşeya xwe bidomînin, çapemeniya azad xwe li ser pêyan digire û dinivîse.”

Piştre jî Altan rapora binpêkirina mafan a salekê ya komeleya wan amade kirî radestî şandeyê kir.

‘Em hewl didin bibin dengê hemû rojnamegerên jin’

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî destnîşan kir ku ew hewl didin bibin dengê hemû rojnamegerên jin ên cîhanê. Metîna, wiha domand: “Em mehane binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin weke rapor parve dikin. Di halê hazir de 10 rojnamegerên jin girtî ne. Dema li Kurdistanê rojnamegera jin bî, zextên li ser te du qet zêdetir dibin. Li dijî zayendperestiya di medyayê de, me MKG weke alternatîfek ava kir. Em girîngiyê didin rojnamegeriya jin û atolyeyan li dar dixin. Her wiha em ji hêla hiqûqî ve jî piştgiriyê didin rojnamegerên jin.”

Şande derbasî edliyeyê bû

Piştî hevdîtina li vê derê, şande ji bo şopandina danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbasî Edliyeya Amedê bû.