7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Muftuoglû azad e

Dadgehê di danişîna 3’yemîn de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû serbet berda.

Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû pêk hat. Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Muftuoglû bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin.

Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) te li danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn. Gelek rêxistinên pîşeyî jî danişînê dişopînin.

Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li danişînê bûn. Di danişînê de dozger xwest rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû bidome.  Şandeya dadgehê jî biryara tehliyeyê da.

Rojnameger Dîcle Muftuoglu, piştî 11 heyvan êdî azad e.