3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema hilbijartinên pêşdem e

Gelê Kurd careke din diyar kir, ku her diçe yekîtiya xwe xurtir dike, li rûmet û mafên xwe xwedî derdikeve û ji daxwaza azadiyê gav bi paş de navêje.

Hilbijartinên 31’ê adarê ji AKP’ê re bû heneka 1’ê Nîsanê û dawî li siltaniya 20 salan anî. Êdî dem dema çûna hilbijartinên pêşdem e. Divê muxalefet li hêvîya sala 2028’an nemîne, ji ber ku vê hilbijartina niştecihî pehîneke xurt li desthilatiya AKP’ê û Erdogan da, êdî mayîna wan a li ser serê gel bargiraniyek e.

Gelê Kurd careke din diyar kir, ku her diçe yekîtiya xwe xurtir dike, li rûmet û mafên xwe xwedî derdikeve û ji daxwaza azadiyê gav bi paş de navêje. Di vê sedsala, ku bikaranîn û nasîna mafên mirovan gihiştiye asta herî jorîn de tinebûna statuyeke kurdan û nefermîbûna nasnameya kurdî bêbextiyeke cîhanê ya li hember gelê kurd e. Dewleta Tirk û hemû hevkarên wê yên wek Rûsya, Amerîka, Brîtanya, dewletên Ewropî, Nato û gelek hêzên din tev bi hev re ev sed sal in hewl didin kurdan ji ser ruyê cîhanê rakin û tine bikin. Divê em ji bîr nekin polîtîkaya înkar û îmhayê ya tirk, fars û ereb li ser kurdan dimeşînin, destek û piştgiriyê ji van dewletên navên wan hat gotin distînin. Ji bo wê cîhan deyndarê kurdan e, cîhan li hember kurdan bêbextiyekê dike, cîhan li hember kurdan bêmafiyekê bi rê ve dibe.

Di hilbijartina dawiya adarê de gelê kurd careke din ji van dewlet û hêzan tevan re got, ‘Ez heme, hûn nikarin min tine bihesibînin, hûn nikarin ji nedîtî werin, êdî dem dema pejirandina hebûna min e, ez heme û ezê hebim.’

Gelê kurd nikare were tinekirin: Ne bi girtinan, ne bi kuştinan, ne bi polîtîka û pêkanînên asimilasyonê, ne bi çewtkirina bi riya tarîqatan, çeteyan û xiyanetkaran. Gelê kurd ji ser riya azadiyê venagere û di Newroza îsal de bi girseyî ev daxwaz berz kir, hilgavt û gihand dengdana dawiya Adarê. Ji îro û pê de wê çi çêbibe yan divê çi çêbibe?

Gelê kurd hemû şaredariyên AKP’ê bi riya qeyûman ji dest gelê Kurd stendibû cardin bi dest xist, lê vê carê em nikarin bidin destê qeyûman. Yanî AKP niha ji xwe re hesabekî wisa dike: Kurd bila şaredariyan bigirin, mehek du mehan bi rê ve bibin, ezê piştre qeyûmê deynim ser û ji dest wan bistînim. Divê ev hesap, niyet û xeyala AKP’ê vê carê pêk neyê, gel rê nede, tevgera azadiyê rê nede, saziyên mirovî rê nedin vê yekê. Piştî encamên vê hilbijartinê, ger AKP bi riya qeyûman bixwaze wek salên derbasbûyî şaredariyên kurdan bi dest bixe, divê gelê kurd jiyanê li wan qeyûman bike dojeh, ew şaredariya bikeve destê qeyûmê, divê bi ti awayî nikaribe bi kar were, deriyên xwe veke û bi rê ve biçe.

Gel çawa ku li dengên xwe, biryara xwe û azadiya xwe xwedî derket, divê ji îro û pê de li parastina şaredariyên xwe jî xwedî derkeve, şaredariya xwe nede destê qeyûman û qeyûma were, divê nikaribe li cihê hatiye bi dilê xwe bijî.

Şaredariyên kurd jî li gor deklerasyonên berî hilbijartinan ji gel re diyar kirin, birînên di dema qeyûman de vebûne bipêçin û bikaranîn û bipêşdebirina zimanê kurdî bikin hîmê herî bingehîn ê xebatên şaredariyan. Divê êdî li Kurdistanê kurdî serdest be, gava tirkek were Kurdistanê, divê xwe pêwîstî hînbûna kurdî bibîne, ne ku kurd tev ji bo wî bi tirkî biaxivin. Zimanê Kurdistanê kurdî ye: ger memûrek dixwaze li Kurdistanê kar bike, divê xwe hînî kurdî bike. Ger memûrek dixwaze ji dikaneke li Kurdistanê gezek nan bikire, divê bi kurdî bixwaze, ger bi kurdî nexwaze, divê nikaribe bikire. Divê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê danûstendinê, kirînûfirotinê, jiyan û vejînê. Wê demê wê şaredarî bi ser kevin û gava şaredarî bi ser kevin, wê gelê me bi ser keve. Serkevtina gel jî wê bibe pêngaveke girîng di riya azadbûna Kurdistanê de.

Bi kinayî hilbijratina dawiya adarê, bi serkevtina kurdan û têkçûna AKP’ê bi dawî bû. Muxalefeta Tirkiyê jî bipêşdeçûnek bi dest xist û xincerek li kezeba AKPê ket. AKP niha birîndar bû û bi êşa birîna xwe wê bibe êrîşkar. Di van rojên bê de wê AKP zêdetir êrîşkar bibe, ji ber birîn di laşê wê de vebû. Ji bo ev birîn wê bibe mirinê û gel ji zilma wê rizgar bibin, divê hemû muxalefet bi hemû hêza xwe hilbijartinên pêşdem bixe rojeva xwe, daxwaz bike û AKP’ê pêwîstî pejirandinê bike, ku desthilatiya wê ya ne rewan nehêle heta sala 2028’an. Serokê AKP’ê Erdgan di axavtina xwe ya nirxandina hilbijartinê de ketina xwe wek windakirina îrtîfayê bi nav kir. Gava mirov pir li jor be û serserkî serûjêr biçe, leza ketinê ferq nake. Leza ketinê kengî tê ferqkirin? Gava nêzî erdê dibe. AKP jî li lûtkeyê bû, niha serûjêr dibe, ger du sê darbeyên din bixwe wê nêzî erdê bibe û wê demê wê bi leza ketina xwe nû bihise. Ev hilbijartin destpêka bidawîbûna desthilatiya AKP’ê ye. Li hemû gelan pîroz be. Hilbijartina pîşdem jî wê bibe merasîma cenazeyê AKP’ê û daweta gelan.