6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera 7’emîn a koçkirina rojnameger Evîn Buldan

Xema nexwe Evîna delal hevalên karwanê çapemeniya azad bi wan bîr û baweriyên ku te bi wan bawer dikir vê kevneşopiyê didomînin û dê tucaran wênekêş û pênûsa te li erdê nehêlin.

Rojnameger Evîn Buldan jî wekî piraniya rojnamegerên kurd di nava şert û mercên zor û zehmet de bi salan têkoşîn da û tu caran xwe ji kar û xebatên vê qadê dûr nedihişt.

Min Evînê di sala 2011’an de li rojnameya Azadiya Welat nas kir û hevaltiya me ya di wê qadê de heta koçkirina wê berdewam kir. Bêguman her çendî ku ji 2’yê nîsana 2017’an de wê ji nav me koç kiriye lê heta roja îro jî hevaltiya me berdewam dike û heta bi hetayê jî wê ew hevaltî berdewam bike.

Ji bo bîranîn û pesnê hevala Evîn wekî dibêjin dîtin û gotin nabe wek hev bi rastî jî ez çiqasî bêjim wê kêm û bêwate bimîne. Evîn hevaleke fedakar û henûn bû, her wiha di warê rojnamegeriyê de gelekî hestiyar bû, diçû bi ku derê de her dem wênekêşa wê li milê wê bû.

Evîn keça yek ji malbatên ku ji ber zilm û zordariya dewletê ji bakurê Kurdistanê koçî başûrê Kurdistanê kiribû. Evînê hîna 4 salî bû wekî zarokeke penaber bi malbata xwe re li kampa Mexmûrê jiya.  Evînê di ciwaniya xwe de Beşa Radyo û Televizyonê xwend û di sala 2017’an de li Rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê kir.

Mixabin Evîna ku wekî hechecîkekê herdem bi liv û tevger bû di 27 saliya xwe de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û di dilê hemû hevalên xwe de birîneke ku nayê jibîrkirin hişt.

Evîna rûliken û beşer şêrîn ne tenê ji alî hevalên xwe de dihate hezkirin û rêzgirtin lê her kesên ku ew didîtin jê hez dikir û cara yekê be jî hevdîtina bi Evînê re wekî ku hûn bi salane hev nas dikir, dida hîskirin. Evînê gelekî ji zarokan hes dikir û gelekî dixwest bikeve kira wan. Pêşî ji qestî ew hinekî dixeyidandin û piştî kêlîkekê nema dikaribû xwe bigire û ew bi heskirina xwe hembêz dikirin.

Taybetmendiya herî berbiçav a Evînê ew bû ku gelekî ji karê xwe hez dikir, rojnamegerî bi heskirin dikir û bi hestên tolhildana ji desthilatên ku zilm û zordarî li malbatê wê kiriye, dikir.  Tolhildana ji koçberî û penaberiyê bi rêya çapemeniya bi zimanê dayikê dikir.

Xwedîderketin û girêdayîna bi doz û daxwazên Evînê re bi berdewamkirina vê rêyê ji alî hevalên wê ve tê kirin. Hevalên Evînê û şagirtên ku bi jiyana hevbeş a kedkariya di warê çapemenî û rojnamegeriyê de mezin bûn, pênûsa Evînê li erdê nehiştin.

Bêxem razê hevala delal em ê li pey şopa xewnên te yên mezin bin û tu caran em ê ji rastî û heqîqetê tawîzan nedin. Evîna delal ji wê rojê de hemû kulîlkên bihara vî welatî çavên xwe li te û wênekêşa te digerînin û dibêjin bêyî te wê kulîlkên vê biharê bi çi rûyî û ji kê re xwe bixemlînin.

Hê ji aliyekî zilm û zordariya li dijî çapemeniya azad didome ji aliyekî din ve têkoşîna ku Evînê bi heskirin dikir ji aliyê hevalên wê ve berdewam dike.