4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî madeyên hişbirê semînerên zanînê

Tevgera Civaka Demokratîk a Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Welatê bê madeyên hişbir” rêzesemîner têkildarî metirsiyên madeyên hişbir dan zarok û ciwanan.

Rewşenbirên Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Tevgera Civaka Demokratîk a Efrîn û Şehbayê li seranserî kantona Efrîn û Şehbayê semînerên têkildarî zirarên madeyên hişbir didin zarok û ciwanan.

Semîneran 19’ê Adarê dest pê kir û dê hê berdewam bikin. Mamosteya kurdî Rojbîn Cime têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna hişbirê divê gel û ciwan bi erka xwe rabin û wiha got: “Li cîhanê madeyên hişbir bi madeyên herî xeternak tên naskirin. Bi birina wê madeyê laşê mirov fêrî wê dibe, nema dikare bêyî wê îdare bike. Divê her ciwanek ji aliyê xwe ve, mirovên van madeyan dibin bişopînin û li gorî wê nêz bibin, şîretê li wan bikin û dûrî wan bixin.”

Rojbîn di dawiyê de îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê û zêdekirina semînerên hişyarkirinê kir û got: “Em ê encamên baş ji hemleyê bigirin.”

Xwendekarê bi navê Yûsif Şêxo jî wiha got: “Gava herî baş ku di nava civakê û bi taybet xwandekar û ciwanan de tê avêtin, ji bo pêşîgirtina madeyên hişbirê semîner tên dayîn.Madeyên  hişbir metirsiyên wê li ser jiyana mirov û civakê pir in. Her wiha nexweşiyan jî çêdike.”

Di dawiyê de Şêxo wiha got: “Erka me ya sereke ye ku em civakê biparêzin. Di destpêkê de jî ciwan û xwendekar bên hişyarkirin û divê pêşiya vê xetereyê bê girtin.”