3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema parastina ziman e

Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar anî ziman ku kurdî îro ji gelek milan ve di nava pencên pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û helandinê de ye û wiha got: “Divê kurd her kêlî û li her derê bi kurdî biaxivin û kurdî biparêzin.”

Hevberdevkên Lijneya Ziman û Çandê yên DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar, têkildarî bernameyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî giştinameyek parve kirin. Hevberdevkan ji endamên xwe yên lijneya rêveberiya navendî û meclisê, ji rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, meclisên jin û ciwanan re, giştîname şand. Têkildarî girîngî û weteya 21’ê Sibatê Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê yê DEM Partiyê Heval Dilbahar anî ziman ku ev rojek sembolîk e û wiha got: ‘21’ê sibatê ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ ji aliyê UNESCO’yê ve di bingeha xwe de di çarçoveya jiyaneke pirzimanî û pirçandî de ji bo piştgiriya hemû zimanan, bi taybetî jî ji bo zimanên ku ne xwedî statu ne û hebûna wan li bin xetereyê ne hatiye îlankirin. Armanca vê roja sembolîk ew e ku hemû zimanên dayikê yên li cîhanê bibin xwedî statu û xwedî hemû mafên xwezayî yên bingehîn. Zimanekî ku îro li bakurê Kurdistanê li gelek cihên din bêstatu ye, di dorpêçê de ye û ji aliyê serdestan ve hewl tê dayîn ku ji holê bê rakirin û hebûna wê ji gelek milan ve di xeterê de ye zimanê kurdî ye. Ji ber vê ev roj bi vê wateyê ji bo kurdan girîng e. Helbet li ser vê bingehê ji bo kurdan divê her roj, her kêlî bibe roj û kêliya zimanê kurdî. Dixwazim li vê derê vê jî diyar bikim ku UNESCO ya ku rêxistineke Neteweyên Yekbûyî ye ligel ku 21’ê sibatê ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ îlan kiriye jî lê ji bo bidestxistina statuya kurdî ya fermî peywir û berpirsyariya xwe bi cih neaniye; li pêşberî mirovahiyê tawanbar e. Ji ber vê divê UNESCO xwe ji vê rewşa tawanbar rizgar bike û ji bo statuya zimanê kurdî û ji bo kurd bibin xwedî hemû mafên ku neteweyên din jî xwediyê wan e çi pêwîst be bike. Helbet bi vê ve têkildar divê statuya neteweya kurd û Kurdistanê jî bibe xwedî statuyeke fermî ya navneteweyî. Ji bo pêkanîna vê jî berpirsyariyeke herî sereke ya Neteweyên Yekbûyî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî vê berpirsyariya xwe jî bîne cih.”

Kurdî di bin dorpêçê de ye  

Dilbihar bal kişan ser rewşa rewşa zimanê kurdî jî û wiha berdewam kir:  “Zimanê kurdî di roja me de jî ji gelek milan ve di nava pencên pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin, helandin û jiholêrakirineke piralî ya nûjenkirî de ye. Her rê û rêbazên hov, modernîst û post-modernîst li dijî zimanê kurdî tên meşandin. Her tişt li aliyekê Kurdistan dagirkirî ye, kurd û Kurdistan azad nînin û bêstatu ne; ji ber vê yekê kurdî jî bêstatuyeke fermî ya navneteweyî ye. Dema ku em nêzîkatiyên dijmirovahî yên dewletên serwer ên li Kurdistanê û vê rewşa bêstatuya kurd, kurdî û Kurdistanê tînin cem hev em bi zelalî dibînin ku zimanê kurdî ji gelek milan ve li bin êrîşên hov ên cur bi cur û di bin xetereyên mezin de ye.”

Astengî hêj nehatiye şikandin

Dilbahar li ser parastin û xwedîderketina ziman jî rawestiya û ev tişt got: “Kurd bi sedan sal ine ji bo parastina welat û hemû nirxên xwe yên neteweyî di nava têkoşînê de ne. Bi taybetî ji bo vê yekê 50 sal in têkoşîneke bêhempa ya bênavber tê meşandin. Ev têkoşîna giştî têkoşîna ji bo zimanê kurdî jî di nava xwe de dihewîne. Lê belê ji ber sedemên ku me li jor destnîşan kirine, dîsa ji ber gelek şert û mercên vê serdema û herwiha ya herî girîng ji ber gelek xemsarî, kêmasî û nebesiyên cur bi cur ên di nava me kurdan de sed heyf û mixabin armanca hêzên serwer a dorpêçkirin, sînordarkirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî bi rengekî teqez û têkûz nehatiye şikandin. Her çiqas di mijara zimanê kurdî de bîr, hişmendî û zanebûneke micîd pêş ketibe jî, dema ku em bi giştî dinirxînin em dikarin bibêjin ku xwedîlêderketina kurdan a ziman û nirxên xwe yên resen, xwemalî, xwebûnî û neteweyî li gel têkoşîneke bêhempa û ewqas lehengiyên destanî û berdêlên giran di pêkanîn û jiyînkirina rojane de pir kêm e. Ev yek ji bo zimanê kurdî jî derbasdar e. Şert û merc çi bin bila bibin piştî têkoşîneke ewqas dîrokî û bêhempa diviyabû îro her kurdek li esmanê kurdî bi per û baskên kurdewar bireqisiya û hespê zimanê kurdî li qada hemû zimanên cîhanê birakira çar gavan, her kurdek bûbûya têkoşer û mamosteyeke/î zimanê kurdî, her mal û xan, gund, tax û kolan, sazî, dezgeh û partiyeke kurdan bûbûya dibistan, zanîngeh û jîngeheke kurdî, Kurdistan seranser bûbûya kurdî-stan.  Ji niha û pê ve divê armanceke sereke û bingehîn a me kurdan ev be.”

Heval Dilbahar bal kişand ser polîtîkayên DEM Partiyê ya ji boz iman jî û wiha got: “PDEM Partiyê wekhevî û azadiya hemû zimanan dixwaze û ji bo pêkhatina vê daxwaza herî xwezayî û rewa têkoşîneke piralî dimeşîne. Li dijî her cureyê tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanan têkoşîna parastin û pêşxistina wan ji xwe re wek têkoşîneke stratejîk a jêneger û xeteke sor dibîne. Li ser vê bingehê mijara zimanê kurdî jî mijareke stratejîk a jêneger û xeteke sor a sereke ya DEM Partiyê ye. Ji ber vê jî em wek DEM Partiyê bi awayekî zelal diyar dikin ku mafên zimanê ingilîzî, elmanî, fransî, erebî, farisî û tirkî çi bin divê mafên zimanê kurdî jî ew in.”

Divê statuya kurdî fermî be

Dilbahar herî dawî li ser statuya kurd û Kurdistanê jî rawestiya û ev tişt got: “Divê baş bê zanîn ku bêyî azadî, serbestî û statuya kurdî, kurd û Kurdistan jî nikarin azad û serbest bin û bibin xwedî statu; rewşa wan girêdayî hev e. Ji ber vê divê zimanê kurdî wek gelek zimanan bibe xwedî statuyeke fermî ya navneteweyî, bibe zimanê perwerdehiyê, li her qadên fermî, civakî û jiyanî de serbest û azad be. Ji bo pêkhatina vê yekê em ê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!’ gelek zêdetir û bênavber têbikoşin.  Em bi taybetî bang li hemû kurdan, tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurdperwer, azadîxwaz, şoreşger, demokrat û ronakbîr dikin ku em li têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên kurdewar bi rengekî herî şênbertir her kêliyê, li her derê û di asta  herî jor de xurtir û firehtir bikin, bi serketin û serfiraziyê tacîdar bikin û ala zimanê kurdî li esmanê Kurdistanê û cîhanê bi rengekî herî xwebûnî û gerdûnî bilind bikin û bi bayê azadiyê re bireqisînin.”