6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi Meşa Azadiyê re têkilî xurtir bûn’

Parlementer Duşunmez der barê Meşa Azadiyê de anî ziman ku ji bo bal kişandina ser tecrîdê û moral û motîvasyona civakê ev meş pir baş bû û wiha got: “Ew rexneyên ku beriya hilbijartinê ji bo têkiliya di navbera gel û partiyê qût bûne dihatin kirin, ji holê hatin rakirin.”

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, di navbera 1 û 15’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd “Meşa Mezin a Azadiyê” lidarxistin. Di çerçovaya meşê de 75 kesên ku ji du milan ve ji Wan û Qersê bi rê ketin serdana gelek gelek bajar, navçe, bajarok û gundan kirin.

Meşa ku di yekê sibatê de destpêkir di 15’ê Sibatê de li gundê Amara yê navçeya  Xelfetî ya Rihayê bi dawî bû. Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez ku yek ji meşvanê Meşa Azadiyê bû der barê meşê de axivî.

Parlamenter Onûr Duşunmez di destpêka axaftina xwe de got ku ew di 1’ê sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di milê Wanê de dest bi meşê kiriye û wiha axivî: “Me di çerçoveya meşê de serdana Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha û navçeyên van bajaran kir. Li her cihê ku em  derbas bûn de gel bi coşeke mezin me pêşwazî kir. Din av rojê de me serdanên xwe yên gel pêk anî û êvarê jî dîsa me hevdîtinên xwe yên bi malbatan re domand. Di nav 15 rojan de me serdana gelek malbatan kir û bi wê hêz û coşa ku dan me me Meşa Azadiyê bi hêztir domand.”

Astengkirina gel

Onûr Duşunmez da zanîn ku di meşê de gel xwestiye bi wan re bimeşe lê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û ev tişt anî ziman: “Pêşwazî û hembêzkirina gel cihê keyfxweşiyeke mezin bû. Em 75 kes bir ê ketin lê li gelek cihan gel jî dixwest bi me re bimeşe. Lê daxwaza gel ji aliyê polîsên ku hêza xwe ji dewletê digirin ve dihat astengkirin. Li cihê ku em ê derbas bibûna hê em negihiştibûnê, hemû çalakî dihatin qedexekirin. Ez wek parêzerek dixwazim bibêjim ku ev astengkirin ne li gor hiqûqê ye. Hemû astengkirina gel ji ber tirsa wan a xurtbûna têkiliya meşvan û gel dihat.”

Duşunmez ji bo sekna gel a li hemberê meşvanên Meşa Azadiyê wiha got: “Di 15 rojên ku em meşiyan de polîsan li her derê gel asteng kir lê li hemberî hemû astengiyên wan gel sekna xwe bi xurt nîşan da û meşwan hembêz kir. Gel li her navendên ku em çû bi dilgermî û biryardarî tevgeriya.”

‘Em ê mil bidin milê hev’

Parlementer Onûr Duşunmez bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Ji bo bal kişandina ser tecrîdê û moral û motîvasyona civakê ev meş pir baş bû. Ew rexneyên ku beriya hilbijartinê ji bo têkiliya di navbera gel û partiyê qût bûne ji holê hatin rakirin. Bi serdanên malbatan herkesê dît ku têkiliya di navbera gel û partiyê de qet qût nabe. Hemû gel dizane tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gor pîvanên hiqûqê ye û ne jî exlaqî ye ji ber vê yekê divê ev rewş demildest bi dawî bibe. Her wiha ji bo ev rewş bi dawî bibe çi ji destê me bê em ê bi gel re mil bidin hev û pêk binin.”