17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Thoreau: Têkoşîna kurdan stêrkek di nava komstêrkan de ye

Aktîvist Dr. Thoreau Redcrow anî ziman ku Konfederalîzma Demokratîk sendezek felsefî ya pir bi qîmet e û got: “Konfederalîzma Demokratîk sînorê çêker ji hole radike û şensa her kes xwe bi rêve bibe dide gelan.

Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev hamle bi semîner, konferans, panel, xwendina pirtûkên Ocalan, meşên mezin ên azadiyêû çalakiyên cûr be cûr didomin. Gelek rewşenbir, nivîskar û aktîvist li ser fikr û felsefeya Ocalan civînan li dar dixin û niqaşan dikin. Têkildarî hamleyê û paradîefmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktîvîst Dr. Thoreau Redcrow ji rojnameya me re axivî.

Dr. Thoreau Redcrow e têkildarî xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji rojnameya me re parve kir. Dr. Thoreau Redcrow ewil xwe da nasîn û wiha got: “Ez analîstekî kurevî yê Amerîkayî ku di xebatên kurd û neteweyên bêdewlet de bûme pispor. Min hema bêje hemû başarên bakur, başûr, rojhilat û rojava ziyaret kiriye. Min 10 salên xwe yên dawî bi xebatên li ser mijarên der barê Kurdistanê de derbas kir. Parçeyekî  vê yekê, ji bo der barê girtina Ocalan de hişyariyekê çêkim, ez bi rêbazên cuda bûm alîkar. Ev xebata min li gelek welatan mina DYA, Almanya, Swîsre, Hollanda, Belçika, Kraliyeta Yekbûyî û hwd. bi tevlêbûna miting, protesto, hevpeyvînên TV’yan, nivîsandina gotaran, tevlêbûna konferansan pêk tê. Di nava vê xebatê de hin caran mijarê dibim Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê jî.”

Konfederalîzma demokratîk sînoran radike

Dr. Thoreau Redcrow li ser paradîgmaya Konfederalizma demokratîk jî rawestiya û wiha got: “Konfederalizma Demokratîk, encama hewldanên salan ên pratîka teoriyê ye. Sentezek felsefî ya pir bi qîmet e. Piraniya sînoran ji bo çavkaniyên rojavayî yên mêtîngeriyê, bi awayekî çêker hatine xêzkirin. Konfederalîzma Demokratîk ji gelek pirsgirekên ku bûne belayên serê Rojhilata Navîn û Başûrê Kurevî re, dibe çareserî. Hêzên Ewropayî, bi piranî ji bo nifusên nijadî bêtir bi hêsani çareser bike sinorên neteweyî xêz dike. Lê tişta ku Konfederalizma Demokratîk dike, sînorên çêker ji holê radike û şensa ku gelên herêmê bi vîna xwe xwe bi rêve bibe û jiyana xwe diyar bike pêş dixe. Ji ber ku axa kurdan ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, ev model ji bo tevlêbûna wan a demokratîk û xwe birêvebirinê ku ji aliyê van dewlatan ve hatiye astengkirin û mafê wan tê înkarkirin, bûye laboratuvarek pir baş e. Fikrên Ocalan di heman demê de, li dijî qeyrana avhewayê jî rê nîşanî me dide. Dîsa  ji bo azadiya jinê ku ji aliyê kevneşopiya baviksalarî ve di welatê xwe û di malê de jiyana wan hatiye mêtîngehkirin û sînorkirin, garandiya azadiya jiyana wan pêşkêş dike. Di mijara têkoşîna azadiya kurdan de jî ez bawer dikim ku îro yek ji şerê herî bi lehengî yê li cîhanê pêş dixin e. Ez wê ji Bahoza Bastille (1789) heta Bahoza Qesra Kişlikê (1917), stêrkek ku yek ji stêrkên di nava komsterkan de dibînim. Ez kolanên Sûrê yên berê (2015) wekî Komuna Parîsê (1871), molozên Kobanê yên ku di sala 2014’an de serî radikirin wekî Stalingrad (1942) û Çiyayên Zagrosan ên ku ji aliyê gerîllayên kurdan ve tên parastin, wekî Şerê Hundirîn ê di sira Spanyayê (1936) de wekî Barselonayek din dibînim. Mirovên ku bawer dikin jiyanek serî tewandî ji mirinê xerabtir e, têkoşîna wan a ji bo azadiya Kurdistanê û azadkirina mirovan, bi kevneşopiya dîrokî ya mirovahiyê ve girêdayî ye.”

Bi dîlgirtina Ocalan îşkenceyê li kurdan dikin

Dr. Thoreau, der bare tecrîdkirina Abdullah Ocalan de jî axivî û wiha got: “Dewleta tirk û rejîma Erdogan, li dijî Ocalan tecrîdek dijmirovî pêş dixe. Vê rêbazê wekî şerekî derûnî ya li dijî gelê kurd bikar tine. Bi tenêhiştina Ocalan a li giravê ku ew jî rêbazekî îşkenceyê ye, bawer dikin ku dê vîna 20 milyon kurdên bakurê Kurdistanê bişkînin. Wekî dîktatorên ku muxalifên li dijî rêveberiya wan derdikevin, dem bi dem wan ji hole radikin, dewleta tirk û Erdogan jî der bare rewş û tenduristiya Ocalan de agahî nade û dixwaze di nava kurdan de şizofreniyek kolektîf û bêaramiyê pêş bixe. Ev rêbazên windakirin û revandinê di malbatê û xizmên wan kesan de fikar, tirs û nediyariyekê pêş dixe. Ev bênihaş ji kutina mirovekî  xerabtir e. Dewleta tirk jî bi heman rêbazê Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê tecrîd dike. Bi tu awayî destûr nade ku malbat û parêzer biçin serdana wî û naxwazin bi tu awayî agahiyê ji Birêz Ocalan bistînin. Ji ber ku Enqere nikare berxwedana wêrek a gerîllayên PKK’ê têk bibe, bi vê acizî û têkçûnê, Ocalan di tecrîdê de digire û zilmê li neteweya kurdan dike. Di esasê xwe de Tirkiye bi posîzyona: “Em nikarin we têk bibin, lê em dikarin li serokê we ku niha rehîneyê me ye eziyetê bikin. Em dikarin travma civakî di nava we de pêş bixin” de ye. Hêzên ku vê bêahlaqiyê pêş dixe bêguman dewleta tirk e. Lê gelek hevkar û şirîkê vî sûcî hene. Di serê van şirîkan de hevkarê Tirkiyeyê  NATO heye. NATO ji ber vê yekê hesab ji kiryarên Tirkiyeyê ku sûc in napirse. Ditirsin ku dema ji Tirkiye bixwazin ku li gorî hiqûqa  navneteweyî tev bigere, dê Enqere têkeve bin baneyê jeopolitik a Rûsyayê.”

Dr. Thoreau: Tirkiye venêrtina îmraliyê ji venêrtinê re girtiye

Dr. Thoreau, da zanîn ku di encamê de dewleta tirk di navbera Washington û Moskovayê de pozisyona navberê bi awayekî xurt parastiye û wiha lê zêde kir: “Tirkiye her tim aliyekî li hemberî aliyê din sor dike û wekî ku herdu alî jî muhtacê wê ne nîşan dide. Lê divê neyê ji birkirin ku cenewarê leşkerên tirk, jet û helîkopterên xwe ji DYA’yê, tankên xwe ji Almanyayê, fuziyên xwe ji Îngilizan, bombeyên xwe ji Fransiyan, debançeyên xwe ji Îtalyayê, topên hewanê ji îsrailê, balafirên bêmirov jî ji Kanadayê distînin. Li hemberî pereyê xwînê yê ji bo cebilxaneyê qebûl dike, zindana girava Îmraliyê ji venêrtina navneteweyî re girtine. Ji ber dewleta tirkiyeyê bi destê van hêzan hatiye avakirin dengê xwe ji vê pergalê re nakin.”

Azadiya Ocalan dê bi xwere aştiyek mayinde bîne

Dr. Thoreau li ser bandora azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde, çareseriyek mayinde ava bike. Destpêkirina muzakereyan dê bibe çareserî ku Komara Tirkiyeyê ji pirsgirêkan xelas bike. Tekane kesê ku bi dewleta tirk re peymana ku gelê kurd bê serbilind be re îmze bike Ocalan e. Ji ber vê yekê divê Enqere bênqaş aliyê wi yê hurmetê û otoriteyê bibîne. Eger li Zindanê tiştek bê sere Ocalan kesî din wekî wî vê peymanê îmze bike tune ye. Wê demê dê şer 40 salên din dirêj bibe. Li aliyê din tecrîdkirina Ocalan a li Girava Îmraliyê û dema di tecrîdê de bi tenê tiştekî xerab bê sere wî dê di navbera Tirkiyeyê û kurdan de birînek pir kûr vebe. Êdî dermankirina vê birînê dê nepêkan be. Çima kurdek û neteweyek bi dewleta ku rêberê wan ê aştî û lihevkirinê dixwaze re li şûna rûnê û pirsgirêkê çareser bike, wî bi awayekî fîîlî dikuje re bijî? Ev rews dê ji bo hemû kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn derûniya ‘Ji bo wan li vî welatî pêreşoja wan tune’ ava bike. Bi vê yekê re dê banga xweseriyê her ku diçe zêde bibe. Dê daxwaza azadiyê bikin. Ji ber vê yekê Eger Erdogan û rejîma wî şitla zeytûnê ya Ocalan qebûl bike dê li gorî aqilan be. Ji ber ku çiqas dem derbas bibe dê nekaribin bên cem hev.”

Eger Tirkiye muzakereyan pêş bixe dê destkeftiyên mezin bi dest bixe

Dr. Thoreau bal kişand ser girîngî û wateya muzakereyan û wiha pêde çû: “Eger Tirkiye ji bo dawî li şer bine muzakereyan bike, dê hemû alî destkeftiyên mezin bi dest bixin. Dê nirxên lîrayê tirk zêde bibe. Her wiha dê artêşa tirk jî li diî serhildanên kurdan her tim nekeve nava rêyên fînansa şer. Bi aştiyê dê bi milyaran dolar tasarruf bike. Dê Amed û Mêrdîn bibin navendên Turîzmê. Dê zindanên ku niha tijî ne vala bibin. Tirkiye dê êdî neşibe Afganistana ku di rêvberiya Talîban de ye. Dê bibe welatekî ku cîhan hurmetê nîşanî we bid8e.

Rêberekî Tirkiyeyê yê wêrek ku karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike û pirsgirêkê çareser bike dê karibe Xelata Aştiyê ya Nobelê jî bistîne.”

Kesên ji neçarî dikevin girevê mirov hurmetê nîşanî wan bide

Dr. Thoreae bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan jî û wiha bi dawî kir: “Kesên ji neçarî dikevin girevê divê mirov hurmetê nîşanî wan bide. Bi taybetî ji bo kesên ne li zindanê ez vê rêbazê rast nabînim. Di dîrokê de çalakiyên girevê ji bo kesên li hemberî xwe wîcdanê wan tev rake, pêk tînin. Ji bo wîcdanê yê hemberî xwe tev rake pêk tînin. Lê di rewşa niha de tu aliyê ku wîcdanê dewleta tirk nîşan bide tune ye. Di encamê de hin mirovên ku di nava tevgera kurd û Kurdistanê de mirovên herî baş û herî jêhatî ne, dema bi vê rêbazê zerarê bidin xwe, ev kêrî karê dijminê wan jî tê. Heman mirov li şûna  bi xwebirçîhiştin û zeîfbûnê sempatiya Enqereyê bi dest bixin, ez dixwazim ku ev mirov ji bo karibin li dijî dewleta tirk bi awayekî herî çalak li ber xwe bidin, tenduristiya xwe derxin asta herî baş. Dibe ku hin kes wekî min nefikirin. Ez dizanim. Dema mijar dibe girtîgeh, girevên birçîbûnê wekî çalakiya

Mazlum Dogan a li Zindana Hejmar 5 a Amedê tekane rê ye. Lê divê îro rêbaz bên guhertin. Di encamê de bi milyonan kurd hişyar bûne.”