3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî: 54 hezar hilbijêr hatine veguhestin

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî 54 hezar hilbijêrên veguhestî nehatine qebûlkirin

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Ozçelîk Bîngol û Ozturk Turkdogan têkildarî ewlehiya hilbijartinê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin.

Turkdogan ê di heman demê de namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê ye diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî hilbijêrên veguhestî kiribûn, ji aliyê YSK’ê ve nehatine qebûlkirin. Turkdogan da zanîn ku piraniya 54 hezar hilbijêrên veguhestî ji leşker û polîsan pêk tê û wiha got: “4 hezar û 607 hilbijêr veguhestina navenda Agiriyê. 708 hilbijêr veguhestine navçeya Tetwan a Bedlisê, hezar û 213 veguhestina navçeya Gêlê ya Amedê, hezar û 985 veguhestine navçeya Pasûr a Amedê, 3 hezar û 602 hilbijêr veguhestina navçeya Çelê ya Colemêrgê, 2 hezar û 107 hilbijêr veguhestine navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê 2 hezar û 19 veguhestine bajaroka Bajêrgehê ya navçeya Gever a Colemêrgê, 2 hezar û 260 veguhestine navçeya Şemzînan a Colemêrgê… 4 hezar û 598 hilbijêr veguhestine navenda Îdirê, 4 hezar û 30 veguhestine navenda Qersê, hezar û 175 veguhestine Misirc a Sêrtê, 6 hezar û 643 veguhestine navenda Sêrtê, 8 hezar û 287 veguhestina navenda Şirnexê û navçeyên wê jî min ne hejmartin. Me temamê 31 navendan tespît kirin û îtîrazên xwe kirin. Îtîrazên ku me kirine ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan ve hatin redkirin, pişt re jî ji aliyê YSK’ê ve hatin redkirin.

Navnîşanek û hezar û 221 hilbijêr

Turkdogan, diyar kir ku tenê li navnîşaneke li navenda Agiriyê hezar û 923 hilbijêr hatine veguhestin û wiha berdewam kir: “Di bersiva ji îtîraza me re hatiye dayîn de gotiye ku ‘qismekî wan ji bo taqwiyeya bergiriyên miduriyeta polîsan qismekî wan di çarçoveya xebatên operasyon û tatbîkatan di bin fermana 3’yemîn Tugaya Fermandariyê de hatine peywîrdarkirin, her wiha divê were tespîtkirin ku ew kes heke li wê navnîşanê nerûnin li ku rûdinin’ Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr wiha dibêje; ‘Ji me re nêjin ku ev kes li ku rûdinin da li gorî wê lêkolîn bikin’. Ev peywîra we ye. Cemaweriyê ev peywîr daye we. Ev îtîraz hemû hatin redkirin.”

Turkdogan, da zanîn ku têkildarî mijarê giliyên xwe kirine û wiha pê de çû: “Me ne tenê giliya kesên ku bi awayekî neheqî navnîşan veguhestine kirin di heman demê de giliya personelên ewlehiyê yên navnîşanên xwe veguhestine jî kirin.” Turkdogan bang li partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê kir ku li bajarên bakurên Kurdistanê bi awayekî vekirî nelirêtî tê kirin û wiha lê zêde kir: “Di serî de li hin navendên bajaran li navendên navçeyan ên girîng bi hilbijêrên veguhestî yên dijhiqûqî tê xwestin ku di hilbijartinê de şaredarî ji partiya me bên stendin û bidin partiya desthilatê. Dê herkes vê temaşe bike. Helbet em temaşe nakin.”

Leşkerên li ser sînor

Turkdogan, anî ziman ku veguhestina bi hezaran leşkeran a li bajarên ser sînor, rê li ber hin fikarên din vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke evqas personelên ewlehiyê beriya 6 mehan veguhestibin bajaran, têkildarî pêşerojê rê li ber fikaran vedike.

Wateyeke din a veguhestina evqas personelê ewlehiyê heye. Piştî hilbijartinê operasyonên mezin ên leşkerî dê bên lidarxistin? Ez dixwazim dubare dubare vê yekê pêşkeşî raya giştî bikim. Dibe ku desthilat personelên cemaweriyê bikarbîne lê ji kerema xwe hûn xwe nedin bikaranîn. Em bi awayekî hiqûqî heta dawiyê şopdarê vê bin.

‘Partiya me daxwaza aştiyê dike’

Partiya me gelek caran ji desthilata siyasî re gotiye ku siyaseta aştiyê dike. Encax di nava aştiyê de dikare bi gelên herêmê re, kurdan re, gelên li Rojhilata Navîn bazirganî bê kirin. Encax di nava aştiyê de welat dikare pêşbikeve. Nehatiye dîtin ku bi operasyonên leşkerî, şer û pevçûnan bazirganî pêş ketiye. Ji ber vê yekê desthilat li vir hesabeke xelet dike.

Yekane tişta ku divê bê kirin rakirina tecrîdê ye. Divê tişta ewilî bê kirin pirsîna pirsa ‘em di 28’ê sibata 2015’an de li ku mabûn’ be. Vebijêrkên berovajiyê vê dê li Tirkiyeyê zêdetir rê li ber krîzên aborî veke. Em bi vê boneyê careke din pêvajoya aştiyê tînin bîra desthilatê.”

Turkdogan diyar kir ku têkildarî ewlehiya sindoqê jî bergiriyên pêwîst girtine.

Sevda Ozçelîk Bîngol jî diyar kir ku feraseta qeyûm bi nelirêtiyên hilbijartine berdewam dike. Bîngol, da zanîn ku peywîrdarên cemaweriyê tev li xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bûne û wesayîtên şaredariyê jî ji bo xebatên hilbijartinê yên desthilatê tên bikaranîn. Bîngol, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser tevlibûna çalak a walî û qeymeqaman a li xebatên hilbijartinê, lidarxistina civînên bi muxtar û qeymeqaman re, tevlikirina xwendekar, karmendên cemaweriyê û xebatkarên saziyan a bi darê zorê ya mitîngan nerazîbûnên cidî tên nîşandan.

Em dizanin ku gelê me dê feraseta qeyûman di sindoqê de bihêle û vîna gel dê bi serkeftî ji hilbijartinê derkeve. Em dixwazin gelê me û raya giştî bizane ku em ê bêhiqûqî, helwestên li dijî qanûnan û mûameleyên vîna gel tune dihesibînin ên di vê pêvajoyê de bişopînin.”