7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê der barê Tûba Işik de serlêdana sûc kir

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji ber parvekirina nîjadperest, ên Tuba Işik de serlêdana sûc kirin.

Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Doç. Dr. Tûba Işik têkildarî Komkujiya Roboskê parvekirineke nîjadperest kiribû. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji ber vê parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kirin. Hevserokên Giştî bi daxwaza ku derheqê Işik de ji ber sûcên “Gel ji bo kîn û nefretê tehrîk kiriye û biçûkxistinê”, “Ji bo sûc gel tehrîk kiriye”, “sûcê nefret û cihêkariyê” û “Sûcên heqareta li dijî bîranîna şexs” serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û xwestin ji bo cezakirina wê îdianame bê amadekirin.

Hevserokan di serlêdana xwe de gotin ku Işik sûcê nefretê kiriye.