spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêş li hemberî gerîla xetimî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk a dagirker û deshilata wê ya faşîst her ku derbê ji gerîlayên azadiyê dixwe berê xwe dide rojavayê Kurdistanê û xelkê sivîl. Di van çend rojên dawî de dibistan, nexweşxane, çapxane jî di nava de bi giştî 22 navendên xizmetguzariyê hatin bombekirin.  

Desthilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê êdî bi her awayî diyere ku dijminê sundxwarî yê gelê kurd e. Di her firsetê de ji bo têkbirina destkeftiyên gelê kurd bi erêkirina hêzên navneteweyî û herêmî êrîşî nirx, destkeftî û warên kurdan dike komkujiyan pêk tîne û li dijî mirovahiyê sûcan dike. Li dijî van sûcên ku dewleta tirk a faşîst û qirker dike jî mîna her carê bêdengiyek mezin a raya giştî heye.

Dewleta tirk û artêşa wê ya dagirker ku di her kêliyê de pesnê teknolojiya xwe ya eskerî û parastinê didin em dibînin li hemberî gerîlayên azadiyê ne çar maye. Di 1’ê cotmehê de gerîlayan bi çalakiyek fedayî nîşandan ku dikarin di dilê Enqereyê de çalakiyên bi bandor pêk bînin. Li gel vê çalakiyê dîmen û agahiyên ku HPG’ê di 22’yê kanûnê de bi raya giştî re parvekir dîsa aşkera bû ku gerîlayên azadiya Kurdistanê tevî hemû teknolojiya herî modern jî dikarin derbên giran li dagirkeran bixin. Li herêmên Xakurkê, Metîna û Zapê gerîlayên azadiyê bi çalakiyên bandor derbên giran li artêşa dagirker xistin. Ev çalakiyên ku di şartên pir giran û zahmet de pêk hatî ne tenê artêşa dagirker hemû planên ku tasfiyekirina gerîla jî ji nav xist û aşkera kir ku ev plan pûç û vala ne. Gerîlayên azadiyê bi rêbaz û taktîkên gerîlatiya serdemê êdî xwe bi rêxistin kirine û li dijî artêşa ku bi teknîka herî dawî ya NATO’yê tê parastin bi îradeyek mezin dikare çalakiyên serkeftî bike. Ev çalakiyên gerîla ne tenê ji bo artêşa dagirker û qirker, ji bo hemû aliyên tasfiyekar ên ku digotin êdî gerîla nikare çalakiyan bike jî bû bersiva herî xurt ya pratîkî.

Bêguman ev çalakiyên wisa bi bandor agir ne xist nava dilê çend eskerên ku di çeperên şer de ne, di haman demê agir û tisrsek mezin xist nava dilê desthilata faşîst a AKP/MHP’ê jî. Lewma artêşa tirk a dagirker bi fermana vê desthilata qatîl û dij mirovî ya nasîbê xwe ji exlaq û miroviyê ne girtiye li dijî sivîlan dest bi êrîşên berfireh kir.

Artêşa ku tevî bikaranîna çekên qedexe û gazên kîmyewî jî derbên herî giran li Heremên Parastinê yên Medyayê ji gerîla xwar, li hemberî gerîla xetimiye û bêçare berê xwe dide sivîlan. Rast e, her cûreyên şer nebaş û qirêj e. Lê eger dijminê te yê hov ji aştî û lihevkirinê fam neke, di her kêliyê de ji bo te bikuje çi ji destê wê tê dike wê demê tu jî neçar dimîne ku bi zimanê ew fam dike biaxive û bersiv bibe. Ev ne tenê ji bo şer di hemû mijaran de wisa ye. Deshilata AKP/MHP’ê li ser ranta şer xwe avakiriye û bi şer hebûna xwe didomîne. Ji bo wê civak çi êşê dikşîne û bandora şer li ser civakê çi ye ne xem e. Lewma ji bo mezinkirina şer ji dest tê dike.

Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jî bi vê ferasetê pêk hatin. Dewleta tirk a dagirker û deshilata wê ya faşîst her ku derbê ji gerîlayên azadiyê dixwe berê xwe dide rojavayê Kurdistanê û xelkê sivîl. Di van çend rojên dawî de dibistan, nexweşxane, çapxane jî di nava de bi giştî 22 navendên xizmetguzariyê hatin bombekirin. Ev erîşên ku bi erêkirina hêzên navneteweyî ku hin ji wan qaşo xwe dostên kurdan didin nîşandan 8 welatî şehîd bûn û nêzî 20 kes jî birîndar bûn. Em bala xwe didênê li hemberî vî sûcê mirovahiyê kes jî dengê xwe nake. Aliyên ku li hemberî êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê her roj derdikevin bangan dikin van êrîşên li ser gelê kurd û destkeftiyên wan ji nedîtinê ve tên. Aliyên ku êrîşên li ser civakê û xelkê sivîl li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û deshilatî dinirxînin ne mumkun e ku xêra civakê bixwazin.

Divê bê zanîn ku ev êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir alî ne û tenê armanceke wan nîne. Rast e bi êşa ku derbên ji gerîla xarî êrîş dike lê bi van êrîşan gelek tiştan dike armanc. Dixwaze li herêmê koçberiyê, xizaniyê û bêîstiqrariyê pêş bixe. Ji ber vê yekê bi zanebûn binezasiya herêmê dike hedef. Di êrîşan de armanca sereke gel e. Lewma divê li hemberî van êrîşên hovane yên dewleta tirk li herêmê gel yekitî û tifaqa xwe xurt bike. bBi yekgirtinê gel dikare pêşî li van êrîşên qirkirnê bigire.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî her cûre êrîşan xwedî li rûmet û hebûna xwe derketiye. Ji ber vê ve sekna xwe ya pîroz gelek caran bû hedefa dijminên hov ên mîna DAIŞ, dewleta tirk a dagirker û rejîma Şamê ya ku xwe li ser înkara pêşkateyên herêmê ava kiriye. Tevî hemû zor û zahmetiyan jî gel li herêmê pergala xwe ava kir û xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ev jî nîşaneya herî mezin ya tifaqê ye. Deshilatên ku li herêmê bi destwerdana welatên navneteweyî li ser înkara pêkhatên cûda hatine avakirin ji vê nerehetin. Lewma li hemberî êrîşên hov ên dewleta tirk bêdeng dimînin. Bêdengî di heman demê de erêkirina van êrîşan e jî. Hêzên ku van êrîşên hovane erê dike gelo dikare berjewendiyên gel biparêze?

Divê kurd ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû deverên ku lê dijîn li hemberî van kiryarên li ser hebûna wan tê ferzkirin xwedî helwestek xurt û diyarker bin. Ber ku li herêmê rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin û nirxên herî bingehîn ên nirovahiyê tune tê hesibandin. Lewma xwedîderketina li Rojava ne tenê xwedî derketina destkeftiyan tenê ye xwedî derketina li mirovahiyê ye.

Ji vî aliyî ve dema mirov van êrîşan dinixîne dibîne ku di bingeh de ev êrîş li dijî pargala Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ye. Ev pargala ku li dijî binpêkirina henû nirxan weke hêviya azadiyê di nava galan de şîn dibe, dixwazin ban êrîşan tine bikin. Ev nikarin bi destê DAIŞ’ê bikin niha projeya ku bi DAIŞ’ê nîvco mabû dixwazin bi van êrîşên hovane yên dewleta  tirk bibin serî.

Pêkhateyên herêmê çawa ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê dengê xwe kirin yek û bi berxwedaneke dîrokê hebûna xwe parastin. Ez di wê baweriyê de me ku wê li hemberî van êrîşên dewleta tirk a dagirker jî bikaribin xwedî li hebûn û deskeftiyên ku bi xwîne hezaran şehîdan hatine avakirin derkevin.