4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Yalçin 4 roj in di bin çavan de ye

Rojnameger û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin û Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ku hatibûn binçavkirin, hê jî di bin çavan de têne girtin û lêpirsîn didome.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê de, nûçegihanê ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.  Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên bi Yalçin re hatine binçavkirin 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Meletiyê tên ragirtin.

Kar û barên wergirtina îfadeyê ya li miduriyeta polîsan hêj nehatiye destpêkirin. Hata zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Teyfîk Kanat jî 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin û birin Meletiyê. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.