14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûa Fîtko: Ocalan rêya rizgariyê nîşanî hemû civakan dide

Endama Gemeîrsam Kampfenê Rûa Fîtko, anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îlhamê dide wan û wiha got: “Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û hemû beşên civakî rêyeke xelasiyê ye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 24 salin li Zindana Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. 34 meh in agahî ji wî nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku mafên wî yên hevdîtinê ji destê wî hatiye standin, bi rewşa bêragihandinê ya mûtleq re rûbirû dimîne. 10’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke hevpar li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.

Piştgiriya ji bo vê kampanyayê ji beşên civakî yên cuda yên cîhanê berdewam dike. Dema ku qeyranên Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj mezin dibin, beşên civakî yên li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan weke rêya derketina ji van qeyranan gav bi gav mezin dibin. Abdullah Ocalan û fikrên wî ji bo kesên di qadên cuda de têdikoşin çavkaniya îlhamê ye. Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Elmanyayê, Rûa Fîtko têkildarî pêngava ” Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” û girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan ji nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî.

‘Ocalan çareseriyê peşkeş dike’

Rua Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û got; “Tevî ku paradîgmaya Ocalan li Rojhilata Navîn û Mezra Botan pêşketibe jî, ev paradîgma ne tenê bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re têkîldar e, lê ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike. Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Elmanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike. Di heman demê de rêyek alternatîf ji krîzên ku ji hêla gelên Elmanyayê ve tê jiyîn pêşkêş dike.”

‘Ocalan rêyek nû vekir’

Fîtko da zanîn ku paradîgmaya Ocalan di heman demê de rê dide me ku em xwe weke kesayet fam bikin û wiha axivî: “Bi saya fikrên Ocalan em dikarin xwe ji nû ve pênase bikin. Ew Rêberek girîng e. Abdullah Ocalan li hemberî pergalên serdest alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike. Em tenê nikarin bi îdeolojiyên netew-dewlet ên îro serdest in ve girêdayî bin. Ya rast rêyeke duyemîn jî heye, Ocalan di pirtûkên xwe de behsa vê rêya duyemîn dike. Bi gotineke din, rêyekê dide me ku civakên xwedî nirxên demokratîk dikarin bijîn. Ocalan pêşkeş dike ku pergaleke bêdewlet, bêdesthilatdar çawa dikare bê avakirin. Paradîgmayên Ocalan ne tenê rêbazek ji bo têgihiştina rastiya pergalên ku em tê de dijîn, di heman demê de ji bo ku di nava civakan de têkiliyek xurt were avêtin derfetek e. Ocalan balê dikişîne ser girîngiya rêxistinbûna civakî ya li derveyî dewletê. Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin. Li hemberî van divê em hevpariyên xwe xurt bikin. Weke tevgerên li deverên cuda yên cîhanê, divê em têkiliyên di navbera xwe de xurt bikin û bi hev re têbikoşin.”

‘Ocalan ji bo jinan perspektifên girîng pêş xist’

Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan ên ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinan û got, “Li gorî min tişta ku nêrînên Ocalan ji bo tevgerên jinan girîng dike ew e ku ne tenê pêşniyaran dike, di pratîkê de jî bersivê dibîne. Ocalan tenê nabêje divê jin xwe birêxistin bike, bi qasî ku ez ji Ocalan fêm dikim hewl dide jinan fêm bike û çawa ku jinan fêm dike daxwazên jinan şênber dibe. Ew pêdiviyên jinan baş dibîne û di vê xalê de li ser rêxistina wan perspektîfên girîng pêşkêş dike. Em van tiştan li deverên cuda yên cîhanê nabînin. Di vê wateyê de paradîgmayên Ocalan ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e. Di salên dawî de têkoşîna jinan li cîhanê gelekî zêde bûye. Lê di heman demê de bihêzbûna pergalên faşîst û baviksalarî jî heye. Li aliyê din bi paradîgmayên Ocalan em dikarin li hember her cure polîtîkayên li dijî jinê tê pêşxistin bibin bersiv.”

‘Divê her kes tev li pêngava azadiyê bibe’

Rua Fîtko jî destnîşan kir ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo wan nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku pêngava “Ji Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” divê ji aliyê hemû beşên civakî ve bê qebûlkirin. Rua Fîtko got, “Ev kampanyaya ji bo azadiya Ocalan ne tenê bi pêşniyara tevgera Kurd destpê kir. Ev kampanya di encama têkiliyên dawî yên ku bi beşên cuda yên civakî re hatin avakirin û pêş ket. Ji ber ku van beşên cuda yên civakî Ocalan fêm kirin, pêşniyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan kampanya bê meşandin. Ev kampanya beriya her tiştî di encama bersivdayîna paradîgmaya Ocalan a di nava gel de derket holê. Mirov çiqasî Ocalan fêm bike, ewqasî hembêz dike û azadiya wî dixwaze. Min heta niha kampanyayeke wiha mezin a azadiyê nebihîstiye. Divê ev kampanya heta ku encam bistîne hîn zêdetir were hembêzkirin û berfirehtir bibe.”

‘Ocalan azad nebe civak azad nabe’

Rua Fîtko bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got, “Divê azadiya Ocalan ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be. Bi taybetî em jinên li Ewropayê divê baş bifikirin ka şert û mercên tecrîda li ser Ocalan ji bo me tê çi wateyê. Divê em qebûl nekin ku ramangerekî girîng ê azadiya jinê di girtîgehê de ye. Azadiya Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Heta ku Ocalan azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn nikarin azad bibin.”