28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

69 roj in aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 69 roj in agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ev 69 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî revandina Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwar û îtiraf kir ku wî revandine.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, lê hîna PDK’ê derbarê rewşa Silêman Ehmed de tu agahî nedaye.

Rê nayê dayîn ku parêzer Silêman Ehmed bibînin