17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Villumsen: Mifteya azadiya Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen diyar kir ku pêwist e Yekitiya Ewropayê demildest ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang bike û wiha got: “Mifteya aramî û azadiya Rojhilata Navîn Rêber Ocalan e.”

Parlamenterê Danîmarkayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nikolaj Villumsen ji bo pêngava azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi diruşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin ji nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn re axivî. Villumsen diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û nayê qebûlkirin û wiha got: “Tecrîd di heman demê de mînaka bêtehemuliya serokkomar Erdogan a ji bo tepisandina muxalefeta Kurd û ya demokratîk a li Tirkiyeyê ye.”

‘Divê Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike’

Nikolaj Villumsen anî ziman ku şikandina tecrîda li ser rêberê Kurd Abdullah Ocalan, di pêvajoyeke aştiyê de gelekî girîng e ku pêwîstî pê heye û wiha axivî: “Divê zext û bala navneteweyî li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê be. Bê guman bidawîbûna hikumeta Erdogan dikare were wateya pêşketineke demokratîk û aştiyane ya li Tirkiyeyê û ji bo welatên cîran û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd. Em dibînin ku Erdogan ne tenê gelên Tirkiyeyê, di heman demê de bi êrişkariya xwe ya bêhiqûqî û êrişên xwe yên li hemberî kurdên li Rojava û Kurdistana Iraqê re hiqûqa navneteweyî binpê dike.”

Villumsen da zanîn ku pirsgirêka kurd di rojeva Parlamentoya Ewropayê de, lê pêwîstiya mijarê bêhtir bi baldariyê heye û wiha berdewam kir: “Divê Yekitiya Ewropayê (YE) li dijî êrişkarî û zextên Erdogan dengê xwe bilind bike, gavan biavêje û mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî biparêze.Mifteya ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê pêk bîne, Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bê hêsankirin, divê YE banga tavilê serbestberdana Abdullah Ocalan bike.