17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê, bang li meclisê kir

Koma Meclisê ya Dem Partiyê ji bo serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bang li Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikûmxwaran a girêdayî Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê kir.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, serî li Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikûmxwaran a girêdayî Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.

Têkildarî serlêdanê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Parlamenterên me ji bo Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikûmxwaran a girêdayî Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê di çarçoveya hiqûq, qanûn, biryarên hatine dayîn û nirxên mirovahiyê de dawî li sepanên îşkenceyê bîne, banga lezgîn li komîsyonê kir ku bicive.”

Biryar hatin bibîrxistin

Di daxwaznameya serlêdanê de hat bibîrxistin ku parlamenterên DEM Partiyê di 16’ê Mijdarê de serî li ÎHÎK’ê dane û di 7’ê de bersiv hate dayîn û hat gotin ku heke Komîsyona Jêr guncav bibîne dikare biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê. Bi domdarî wiha hate gotin: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê weke ‘incommunicado’ pênase kir. CPT’yê diyar kir ku pergala li Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin îşkence ye. Her wiha Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di 6’ê îlona 2022’yan de ji bo bidawîkirina rewşa ‘incommunicado’yê biryara ‘bila serlêder demildest kîjan parêzerî/ê dixwazin pê re hevdîtinê bikin û ji bo hevdîtinan çi astengî neyên derxistin’ da. Lê belê ev biryar nehatine cîbicîkirin û tu gav nehatin avêtin.”

Tavilê serdanê bikin

Her wiha hate destnîşankirin ku tecrîd îşkence ye û binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Serlêdan wiha bi dawî dibe: “Ji bo ev îşkenceye bi dawî bibe, divê Komîsyona Jêr erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Weke pêwîstiyeke parastina hiqûq, qanûn, biryarên darazê û parastina nirxên mirovahiyê, ji bo bidawîkirina îşkenceyê divê Komîsyona Jêr tavilê biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê. Ji bo berpirsyartiya xwe tavilê bi cih bîne, em banga civîna lezgîn li komîsyonê dikin.”