2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gardiyanan kamera li qawişê bi cih kirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê êrîşên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyê bi navê Ûgûr Temel ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa zordariyên li girtîgehê kir.

Girtiyê bi navê Ûgûr Temel ku li girtîgeha Şirnexê girtî ye, diyar kir ku zextên li ser wan zêde bûne û bang kir ku şandeyeke ku ji parazvanên mafên mirovan pêk tê biçe serdana wan. Temel ev agahî bi malbata xwe re parve kirin: “Di qawişa me de betanî tune ne û nadin me. Di qawişê de em 2 kes tenê hene. Hevalê min nexweş e û divê ku emeliyet bibe. Televîzyonê nadin me û têkiliya me bi dinyayê re birîne.

‘Li qawisê kamera bi cih kirin’

Em di bin tecrîtê de ne. Şeva din bi ser qawişa me de girtin. Pirtûkên me û amûrên me hemû desteserkirin. Îşkence li me kirin. Piştre kamera li qawişa me bi cihkirin. Dengê me dibihîzin.”

Banga hişyariyê

Birayê Temel, Devrîm Temel bertek nîşanî êrîşa li dijî girtiyan da û got: “Girtîgeh cihên tarî yên dewletê ne, cihê ku gardiyan hêzeke bêpîvan bi kar tînin e. Ji ber vê yekê em ji rewşa birayê min Ûgûr ê di Girtîgeha Şirnexê de ye bi fikar in, em daxwaz dikin ku dengê wan bê bihîstin. Di qawişan de danîna kamerayan sûc e. Gardiyanan bi vê kirinê anî ziman ku ev yek ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye xwestin. Divê hemû sazî, mafên mirovan û hemû rêxistinên siyasî dengê wan bibihîzin. Pêwîste vê mijarê têxin rojeva parlamentoyê.”