17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê ji bo Cejna Êzî 4 roj betlane ragihand

Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, ji bo Cejna Êzî 4 roj betlane ji karmendên Êzidî re hate ragihandin.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdnî bi wesîleya Cejna Rojiyên Êzî 4 rojan betlaneya fermî ji bo hemû karmendên Êzidî ragihandiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, serokwezîr Cejna Rojiyên Êzî li tevahiya Êzidiyan dike û biryar da ku ji bo tevahiya karmendên Êzidî 4 roj betlaneya fermî bê ragihandin.

Cejna Rojiyên Êzî îsal dikeve rojên 12-15’ê Kanûnê.

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, kar nayê meşandin û tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja Duşemê her malbatek sawelak serjê dike û ji vê rojê re jî “Roja Serbirê” tê gotin. Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.