17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM partiyê li Amedê starta hilbijartinê da

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê starta hilbijartinê da. Hevseroka Bajêr Pinar Sakik got ku “Em ê di hilbijartinan de pêvajoya tarî biqedînin” û ji bo deng dayîna gel a di 14’ê çileyê de bang kir

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li Parka Koşûyolûyê daxuyanî da. Tevî barîna baranê jî gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn bal kişand ku desthilat dixwaze li bajarên Kurdistanê bi veguhestina dengan mudaxileyî hilbijartinê bike û wiha got: “Polîtîkayên ji aliyê zîhniyeta qeyûm ve ji sala 2016’an û vir ve xistine meriyetê, ji polîtîkayên sed sal in tên meşandin ne serbixwe ne. Tunehesibandina vîna gel gihiştiye wê astê ku êdî ji aliyê civakê ve nikare bê tehemûlkirin.”
JI BO ROJA YEKŞEMÊ BANG 
Tekîn a got ku “Gelê me êdî biryara xwe daye. Dê vîna xwe radestî feraseta qeyûm neke û rê nede feraseta qeyûm” ev tişt gotin: “Bi sedan bernamzetên me ji pêşhilbijartina ku şahiya demokrasiyê ye re xwe amade dikin. Her bernamzetên me, ne tenê ji bo bibin namzet, ji bo li dijî feraseta faşîst seknekê nîşan bidin jî serlêdan kirine. Em ê di hilbijartinên herêmî de bersiva herî xurt bidin feraseta xespker û vê pêvajoya tarî biqedînin.”
Tekîn, ji bo dengdayîna gel a di 14’ê çileyê de roja yekşemê were kirin jî bang kir.