4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ciwanên navçeya Şêranê ya kantona Firatê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meşek li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşek li navçeya Şêranê ya kantona Firatê li dar xist. Meşê li pêş Dibistana Şêranê dest pê kir û li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. Di mîtîngê de hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatme Osman axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd hêvî ye û got: “Em ê têkoşînê geş bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Em ê her tim li ser pêyan bin, heta Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.