4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên rejîma Îranê welatiyek bi işkenceyê kuşt

Hate diyarkirin ku welatiyê kurd ê bi navê Peyman Ebdî yê li Kirmanşahê hatibû binçavkirin bi îşkenceya ku polîsên rejîma Îranê lê kirine hatiye qetilkirin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Peyman Ebdî ku bi îdîaya beriya du rojan li bajarê Kirmanşah ê rojhilatê Kurdistanê bi polîsan re pev çûye hatiye binçavkirin, bi îşkenceyê hate kuştin. Peyman Ebdî yê 35 salî û bavê 2 zarokan di encama îşkenceya di bin çavan de piştî ku kete komayê birin nexweşxaneya leşkerî. Bijîşkên li nexweşxaneya leşkerî ji malbatê re ragihandin ku di encama darbeya bi cismekî hişk li serê Ebdî ketiye wî jiyana xwe ji dest daye. Lê yekeyên ewlehiyê îdia kirin ku dema Ebdî li navenda binçavkirinê xwarin dixwar fetisî ye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan; di sala 2023’yan de 8 jê kurd herî kêm 11 girtî bi îşkenceyê li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.