17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gulser Ozbay piştî 31 salan ji zindanê derket

Gulser Ozbay ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan di axaftina xwe ya ewil de peyama mezinkirina berxwedanê da. Ozbay got ku li girtîgehan zextekî giran heye.

Gulser Ozbay (63) ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 6 mehan tehliye bû. Ozbay, di 12’ê tîrmeha 1992’yan de li Agiriyê hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Kayseriyê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Ozbay birî. Ozbay, di pêvajoya 31 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Agirî, Nevşehîr, Erzirom, Mîdyat û Bayburtê ma. Di 5 salên dawî de jî li Girtîgeha Şakranê hate ragirtin.

Ozbay, piştî ku cezayê xwe yê 31 salan temam kirî îro hate berdan. Li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbatê, rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Navçeya Alîagayê, endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Dayikên Aştiyê ve hate pêşwazîkirin.

‘Berxwedana li girtîgehan mezin dibe’

Ozbay, di derketina girtîgehê de wiha got: “We ez bi tenê nehiştim. Bi dîtina we tevan gelek keyfxweş bûm. Em her tim wiha qelebalix bin. We girtîgeh bi tenê nehiştin û dê bi tenê nehêlin. Li girtîgehan zextekî giran heye. Em niha nikarin azadiyê bijîn. Rêbertî û bi hezaran mirovên me girtî ne. 9 hezar heval di greva birçîbûnê de ne. Lewma nikarim bi derketinê tam keyfxweş bûm. Girtîgeh bûn parçeyeke gelê kurd. Li hundir têkoşînek heye. Li gel ku nifteyên deriyan di destê dewletê de ne jî li hundir berxwedan û têkoşîn mezin dibe. Kesên li wir têkoşiyan û di dilên me de bûn nemir hene. Lewma divê em pişta xwe nedin girtîgehan. Aliyekê me li wir e.”

Ozbay dê 2 rojan li Îzmîrê bimîne û piştre jî derbasî bajarê xwe Bazîd a Agiriyê bibe.