3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê balafirên bêmirov ên bi teknolojiya pêşkeftî dide Rûsyayê

Li gorî nûçeyeke Sky news’ê rejîma Îranê balafirên bêmirov ên bi teklojiyeke pêşketî çêdike û dibe ku wan bifiroşe Rûsyayê da ku di şerê li hemberî Ukraynayê de bikar bîne

Malpera Sky News li ser zimanê çavkaniyekî ewlekarî yê agahdar ragihand ku Îranê firokeyeke bêpîlot a nû ya êrîşê dîzayn kiriye. Tê pêşbînîkirin ku Rûsya van balafiran di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê de bikar bîne. Kanalê ragihand ku ev drona bi navê “Şehid 107” tê naskirin, ji curê teqemeniyê ye û dikare di operasyonên keşfê de jî were bikaranîn.

Sky News di nûçeya xwe ya ku îro belav kir de got ku  ev firoke bi teknolojiya pêwîst bo dîtina armancên şer ên bi nirx tê bikaranîn û ji ber vê sedemê, ew dikare bi sîstemên fûzeyî yên Amerîkî û Brîtanî ku şandine Ukraynayê re were berhev kirin.

Her wiha hate destnîşan kirin ku dibe Îranê bi peymaneke bi 2 milyon dolar van balafiran bifiroşe Rûsyayê û di şerê li dijî Ukraynayê de werin bikaranîn.

Çavkaniyeke ewlekarî ya agahdar ji Sky News re ragihand ku ev tedbîr asta piştevaniya Îranê ji Rûsyayê re di şerê Ukraynayê de nîşan dide.

Li gor vê çavkaniyê, dirêjiya balafira “Şehid 107” 2.5 metre ye û baskên wê digihêje sê metreyan û ji malbata firokeyên “Şehid 101” e.

Berî niha Amerîka û welatên din ên rojavayî çendîn caran Îran tawanbar kiribûn ku balafirên bê mirov ên bi navê Shahed 131 û Shahed 136 şandine Rûsyayê ji bo ku di operasyonên leşkerî ên li dijî Ukraynayê bikar bînin. Rayedarên Rûsya û Îranê heta niha li ser vê nûçeyê ti daxuyanî nedane.

Hêjayî gotinê ye ku Birîtanya, Fransa, û Almaniya di Kanûna borî de di daxuyaniyeke hevbeş de rejîma Îranê ji ber “piştgiriya bi şerê dijwar ê Rûsyayê li ser Ukraynayê” û şandina bi sedan balafirên bêmirov bo Rûsyayê rexne kiribûn.