17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mariya Bozan: Felsefeya Abdullah Ocalan gerdûnî bûye

Mamosteya Wargeha Mexmûrê Mariya Bozan, diyar kir ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li cîhanê belav bûye û got: "Êdî fikr û ramanên Abdullah Ocalan gerdûnî bûye."

Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hamle hat destpêkirin. Li gelek welatên Ewropayê jî rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatin organîzekirin, xebatên dîplomasiyê ya navneteweyî hatin meşandin, meş û nobet hatin lidarxistin. Di 8’ê çile de di pêşengiya KCDK-E’yê li welatên Ewropa starta kampanya kartpostalan ji Îmraliyê re bişînin dan. Di heman çarçoveyê de di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne hatin destpêkirin.  Dîsa bi heman daxwazê li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” “Nobeda Edaletê” hatin destpêkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobet hatibû destpêkirin di roja 178’an de bi koma 36’an didome. Derbarê mijarê de mamosteya Akademiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Mariya Bozan ji nûçegîhana JINNEWS’ê Qeder Kar re axivî.

 Li 74 deverên Ewropayê çalakî

Mariya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hemleya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û got: “Ev pêngava ku bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ hatî destpêkirin li gorî pêngavên din taybetmendiya vê yên cuda hene. Di nava 25 salan de kampanyayên cuda, kampanyayên îmzeyan, meş, mîtîng hwd. xebatên cuda ji hêla Tevgera Azadiyê ve hatin meşandin. Lê belê ev hemle cudatir e, hemle pirrengî tê meşandin. Li Ewropayê li 74 welatan ji hêla dostên kurdan ve ev xebat hat meşandin. Ji ber ku Serokatî 74 salî ye li 74 deveran ev çalakî hatin meşandin. Hemleya ku ji hêla dostên kurdan, rewşenbîr, ronakbîr, kesên ku bi fikra Rêbertiyê tevdigerin û wek parçayek ji xwe dibinin hemleyeke wisa dan destpêkirin.”

 Li Ewropayê destpêkirina pêngavê

Mariya, destnîşan kir ku destpêka hemleyê li Ewropayê bi serê xwe girîng e û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ewropa cihê ku navenda amadekariya komploya li hemberî Serokatiyê ye.  Ewropa berpirsê tecrîda ku niha tê meşadin e. Di heman demê de jî berpirsê pirsgirêka kurd e. Ji ber ku ji aliyê hêzên hegemon ên Ewropayê ve tê meşandin. Meşandina hemleyê ya li Ewropayê û pêşengtiya dostên kurdan di vê helê de girîng e. Her wiha xwendina rojên pirtûkan a Rêbertiyê û li darxistina meşan girîng e.  Tevgera Azadiyê vê mijarê kir rojeva herkesî. Pirrengî dimeşe hemle, bi awayekî girseyî dimeşe û bi bandor e jî. Ev hemle zextê li ser welatên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), sazî û dezgehên Ewropayê û bi taybetî jî li ser Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dike. Ji bo mîsogerkirina azadiya Rêbertî ev xebatên ku tên meşandin divê bêtir bên xurtkirin. Ji bo ku em bighijîn armanca xwe bi hêzkirina çalakiyan heye. Bi yek dengî, bi yek ruhî û bi yek hêzê em bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. “

 ‘Serokatî aktorê çareseriya pirsgirêkan e’

Mariya, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkan de: “Pirsgirêkên ku niha li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê heyî, ji ber pergala ku niha heyî ya modernîteya kapîtalîst ya hegemonyayê niha tê meşandin, bi qeyranê re, bi aloziyan re, bi kaosê re dimeşe. Civak, gelên heyî û kes ên ku dixwazin êdî ji vê qeyranê xilasbibin fikrên Rêbertiyê wek hêzeke çareseriyê dibînin. Di aliyê fikr, rêbaz, bîrdoziyê de rêyek e çareseriyê ye. Kesên ku dixwazin pergalê rizgar bibin vê rêyê didin ber xwe. Ji ber vê yekê jî her ku diçe fikrê Rêber Apo jî gerdûnî dibe û berfireh dibe. Ji ber vê yekê jî dostên kurdan dixwazin bi rêbaz û fikrên Rêbertiyê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bikin. Bi vê rêyê jî xwedî li Serokatiyê jî derdikevin. Belê parêznameyên serokatiyê hene, belê fikrek wî heye, bîrdoziyek heye û modeleke çareseriyê ya Serokatiyê heye, lê di heman demê de jî Serokatî aktorê çareseriya pirsgirêkan e û pêşeng e.”

 ‘Ji fikr û ramanên Serokatiyê ditirsin’

Mamoste Mariya, di dirêjiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca domandina tecrîdê: “Hêzên hegemon çima naxwazin dengê Serokatiyê derkeve. Ji ber ku Serokatî ev pergala heyî baş şîrove dike û pênase dike. Hem jî bi gotinek xwe dikare mudaxaleyê siyaseta pergalê bike. Ev mudaxale ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî girîng e. Ji ber vê yekê tecrîdeke giran heye. Hêzên hegemon pir ji Serokatiyê ditirsin. Hêzên hegemonîk ên ku îro cîhanê bi rêvedibin wek Amerîka, Îngilistan, Fransa, Rûsya û Çîn ji fikr û ramanên Serokatiyê ditirsin. Qasî ku Serokatiyê ditirsin ji hevdû natirsin. Ji ber vê yekê ewqas êriş dikin û tecrîdê giran dikin. Naxwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin û li hemberî kurdan asta şîdetê mezin dikin. Kurd û dostên kurdan jî li dijî wan hêzan li ber xwe didin û ji bo azadiya Rêbertiyê mîsoger bikin.”

 ‘Girtîgeh kelehên berxwedanê ne’

Mamoste Mariya Bozan, da zanîn ku berxwedan û têkoşîna ku li girtîgehan tên dayîn bi nirx e û girîng e û wiha bi lêv kir: “ Destpêkirina grevên birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de cihek vê ya girîng e. Di nava têkoşîna azadiyê de roja vejînê ye û di heman demê de jî roja avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Di mezinbûna têkoşîna azadiya kurd de berxwedana girtîgehan girîng e. Maneviyata xwe ya bi hêz heye. Rêxistina me yekemcar li ser berxwedana girtîgehan hat meşandin. Bi pêşengtiya Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz hwd. ev berxwedan mezin bû û belavbû. Di heman demê de girtîgeh her tim bûne navenda çalakiyên ji bo azadiyê. Di azadiya Gelê Kurd de kelehên berxwedanê ne girtîgeh. Ji ber vê yekê jî hem di roja 27’ê Mijdarê de destpêkirin û hem jî tevlîbûna vê hemleyê ya ji bo azadiya Rêber Apo, wek azadiya xwe dîtin cihekî xwe ya girîng heye, cihek xwe ya bi nirx heye. Em berxwedan û têkoşîna wan pîroz dikin.

 ‘Çalakiya dayikan bi nirx e’

Mariya Bozan, di dirêjiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiya “Nobeta Edaletê” ya ku li bakurê Kurdistanê tê meşandin: “Çalakiya ku dayik dan destpêkirin çalakiyeke bi nirx û pîroz e. Dayikên ku zarokên wan girtî ne, dayikên ku zilma dewletê dîtine, dayikên ku dixwazin Rêbertî azad bibe, dayikên ku dixwazin zarok û ciwan bi awayeke azad bijîn di pêngava ku hatî destpêkirin de cihê xwe girtin. Em têkoşîn û berxwedana wan dayikan a ku heta niha dane meşandin silav dikin.”

 ‘Bi koma 36’an nobed didome’

Mariya Bozan, diyar kir ku nobeta ku li Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin didome û axivî: “Mexmûr jî keleha berxwedan û têkoşînê ye. Di têkoşîna rizgariya Gelê Kurd de navendek e. Ji hemû çalakiyên ku ji bo Rêbertiyê hatiye destpêkirin pêşengtî kiriye. Li Wargehê gelek çalakiyên bi vî rengî çêbûn û dê çêbibin jî. Niha em tevlî pêngava nû bûne. Niha koma 36’emîn nobedê digire.  Niha mamoste û xwendekarên akademiyê Peymangeha Şehîd Kerîm Kato wek koma 36’emîn nobedê digirin. Em di çalakiyê de guhdariya dengê Rêbertiya xwe dikin. Em pirsgirêkên Gelê Kurd di nava xwe de dinirxînin. Rewşa gerilayan şîrove dikin. Li ser rewşa siyasî, tecrîd û rewşa Serokatiyê semîner li dar dixin. Em li ser xûrtkirina çalakiyan nîqaşan dikin. Em dorveger çalakiya xwe ya nobedê didin meşandin. Em her tim bi çalakiyên xwe girêdanbûna xwe tînin ziman. Em heta azadiya Rêberê xwe mîsoger nekin nasekînin. Gelê wargehê dê her tim bibe parçeyeke vê têkoşîn û berxwedanê.”

 ‘Bi yek dengî têkoşînê xurt bikin’

Mariya Bozan, di peyama xwe ya dawî de bal kişand ser rêbazên têkoşînê û got: “Niha gerîla çawa bi cenfeda li Kurdistanê têdikoşin, divê em jî xwedî li wan û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Gerîlayên ku ligel ewqas êrişên dijwar û hovanê têkoşînê didin meşandin, divê em jî di aliyê wijdanî û ruhî de em bi wan re bin. Çend li Bakur zext û zordarî hebe jî bi çalakiya greva birçîbûnê û çalakiyên Nobedên Edaletê bi sînor mayîn kêm e. Divê yekcar gel tevlî pêngava azadiyê bibe. Heke em bi ser nekevin ev qeyranên heyî dê zêdetir bibin, êriş dê zêdetir bibin. Pêwistî heye ku gelê bakurê Kurdistanê di vê pêvajoyê de û di vê pêngavê de rengê diyar bike ku em vê tecrîda ku li her derê cîhanê û Kurdistanê tê meşandin bi yek dengî têk bibin. Divê em bi çalakiyên xwe zextê li Ewropa, NY’yê û CPT’yê bikin. Ji bo têkoşînê biserxin. Divê em rêbazên têkoşînê xurt bikin ku azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin.”