4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du weşanxaneyên nû vebûn

Du weşanxaneyên din li weşangeriya kurdî zêde bûn. Yek ji van Pall û ya din jî Zîz e. Berpirsên herduweşanxaneyan Şêxo Fîlîk û Înan Eroglu der barê armanc û xebatên xwe yên weşangeriyê de axivîn.

Roj bi roj çand, ziman û wêjeya kurdî dewlemendtir dibe. Lewre xemxurên kurdî gelek in û her kes li texma xwe hewl dide ku vî zimanî pêşdatir bibe. Mirov dikare bêje sal bi sal ew dewlemendiya zimanê kurdî bi saya zimanzan, wêjevan û nivîskarên kurdî xwe dide der. Bi taybetî jî weşangerên kurd bi weşandina berhemên kurdî me haydar dikin. Bi zêdebûna nivîskarên kurd re berhemên kurdî jî zêde bûn. Lewma jî li gorî vê zêdebûna nivîskar û afirîneriya berhemên kurdî weşanxaneyên kurd jî zêde dibin. Pall û Zîz jî du weşanxaneyên ku nû vebûne û weşangeriya kurdî dikin. Em jî berê xwe didin xebat û armanca van weşanxaneyên kurdî.

Derbarê armanc û xebatên weşanxaneya Zîzê de yek ji berpirsê weşanxaneyê Şêxo Fîlîk ev tişt anî ziman: “Zîz bi kurtasî ji bo sazkirin û afirandina wêjeyeke baş û têkûz vebû. Ji bo sazkirina wêjeyeke baş û têkûz jî hin hokerên sereke ku ji xwe re kirin armanc ew in: editoriyeke baş, dayîna heqê telîfa nivîskar, wergêr, edîtor, mizanpajê û hwd ku bi tu awayî ne kêmî weşnageriya dinyayê be. Li hêla din rêvebirina xebatên akademîk û atolyeyên nivîskariyê û editoriyê yên naxweyî…  Zîz bi vê şiyarê beriya 3 mehan vebû lê ji hêla fikrî ve, bingeha vê xwe dispêre 2 salan. Nêzî 2 salan em li ser diaxivin, me dida û distand ka em dikarin çi bi çi awayî pêk bînin.

Xetên sor ên Zîzê!

Bi berdewamî Şêxo Fîlîk destnîşan kir ku dê Weşanxaneya Zîzê di qonaxa ewil de tenê li ser wêjeya modern rawestin û wiha got: “Zîz di qonaxa ewil de wê tenê li ser edebiyata modern (roman, çîrok, helbest) hûr bibe. Di ber beşa edebiyata modern de jî lijneyeke weşandinê heye ku her lijne ji 5 kesan pêk tê. Berhemên ku tên ji hêla lijneyê ve tên xwendin, nirxandin û li gor wê biryara çapkirin an jî neçapkirinê tê dayîn. Ji xeynî edebiyata modern tenê îstisnaya me ew e ku heke berhemek qet nehatibe çapkirin ji bo rûyê kaxizê bibîne û were qeydkirin, Zîz wê berhemê jî çap bike. Sermeseleyê dîwaneke Namî û Ferhengeke wî hebû ku heta îro qet çap nebûbûn. Ne ferheng ne jî helbestên Namî nediketin qada edebiyata modern ku me wek sînor danibûn lê ji ber ku heta îro qet nehatine çapkirin me biryara çapkirina wan berheman jî da.”

Zîzê heta niha 4 pirtûk û ferhengek çap kiriye; Pirtûka Sidar Jîr a bi navê “Dozdeh Çirk”, pirtûka Mehmet Dîcle ya bi navê “Berfa Sor”, pirûka Şêxo Fîlîk a bi navê “Roja Nehşemê”, pirtûka Mem Ararat a bi navê “Quling, Ewr û Ba” û Ferhenga Mela Ehmedê Namî ya bi kurdî-erebî&erebî-kurdî.

Weşanxaneya Pallê

Yek ji berpirsê weşanxaneya Pallê Înan Eroglu jî der barê aramanc û xebatên xwe yên weşangeriyê de agahî dan. Weşanxaneya Pallê di payîza 2022’yan bi mebesta weşandina pirtûkên wêjeyî, fikrî û dîrokî tê avakirin û serê sala 2023’yan dest bi weşanê dike. Armanca wê jî ew e ku pirtûkên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û formatên elektronîk û çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Polîtîkaya weşanê

Li ser xet û polîtîkaya weşanê ya Pallê Înan Eroglu diyar kir ku ew bêtir li ser sê xal-pirsan û pirtûkên ji bo weşanê têne qebûlkirin baldarin ku herî kêm bi xalekê re li hev dikin. Eroglu, ev sê xalên ku wekî xet û polîtîka dane pêşiya xwe wiha rêz kir:

“1): Nivîskar ciwan e û di berhemê de ew şiyan xuya ye ku dê di dahatûyê de berhemên baştir binivîse?

2): Ev berhem nûbûnekê tîne nav qada xwe û taybetiyeke xwe ya xweser heye?

3) Nivîskar aliyên naverokî û şiklî di berhema xwe de çawa tetbîq kiriye û çend kariye bi serkeftî bihûne?”

Eroglu, ev tişt jî anî ziman: “Pall digel pirtûkên telîfê hewl dide pirtûkên wergerandî jî biweşîne. Ji bilî pirtûkên çalakiyên fikrî û çandî pêk tîne û hewl dide civîn, atolye û gotûbêjan saz bike, beşdaran di qadên cuda yên weşanê de perwerde bike. Her wiha em girîngî bi rênivîs û hevoksaziya kurdî didin û ji bo vê yekê jî me rêbernameyeke zimanî bi şêwra li gel Ergîn Opengîn ji bo weşana xwe amade kiriye, em di serrastkirina berheman de  wê esas digirin û ji nivîskaran dixwazin pûte bi vê rêbernameyê bidin.”

Li ser pirsa, hûn ê tenê pirtûkên kurdî çap bikin an ên bi zimanên din jî hûn difikirin ku pirtûkan çap bikin? Înan Eroglu diyar kir ku ew niha yên kurdî çap dikin, lê yên tirkî jî dê kêmek hebin ku ew jî dê li ser xebat û lêkolînên eleqedarî kurdan/kurdî bin.

Weşanxaneya Pallê heta niha 7 pirtûk çap kirine, du ji wan roman, du pirtûkên helbestan û sê jî pirtûkên çîrokan in. Yehya Omerî, Mihemed Şarman û Înan Eroglu edîtoriya hin ji van pirtûkan kirine. Bergsazê şeş pirtûkan Emîr Tahir û yê yekê jî Azado Mov e.