3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê li Peyasê buroya sêyemîn a hilbijartinê vekir

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Peyasa Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî yên de li Taxa Talaytepeyê sêyemîn buroya hilbijartinê vekir.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya xebatên hilbijartinê li navçeya Peyasa Amedê buroya hilbijartinê vekir. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Amedê Dayîkên Aştiyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzeta Hevşaredariya navçeya Peyasê Berîvan Sîncar, anî ziman ku ew her tim ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe didin û got: “Em ê sibê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qadan bin û bêhtir têkoşîna xwe mezin bikin. Piştre jî em ê xwe ji bo 21’ê Adarê amade bikin û bi hev re Newrozê pîroz bikin. 31’ê Adarê jî roja şandina qeyûman a hilbijartinên herêmî ye. Piştî axaftinan buro bi tilîlîyan vekirin û govend gerandin.