3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîchela: Azadiya Ocalan destpêka çareseriyê ye

Pararêzer Mîchela Arrîcale endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê’ anî ziman ku dema vegerin welatê xwe, dê zextên cidî li hikûmetê bikin û got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê berî her tiştî Ocalan azad bibe.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 36 meh in tu agahî jê nayê girtin. “Delegasyona Navneteweyî ya dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd” ku 12 parêzerên ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê têde cih girtin li dijî tecrîdê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn. Heyetê di 1’ê Adarê de bi nûnerên civaka sivîl û parêzerên Buroya Hiqûq a Asrin ya Stenbolê re serdan pêk anîn û di 2’yê Adarê de li şaxa OHD’ê ya Beyglu ya Stenbolê li otelekê konferansa “Li dijî siyaseta tecrîdê têkşîna aştî û azadiyê” pêk anîn.

Ji wezareta dadê re name şandin

Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî\Navenda Lêkolîna li Ser Demokrasiyê (CRED\GIGI), endama Partiya Potera al Popolo (Hêza Gel) û parêzer Mîchela Arrîcale jî di heyete de cih girt. Micleha ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Marta  Somek re axivî:  Mîchelayê ji bo tecrîda il ser Abdullah Ocalan bidawî be ji 22 welatî bi 350 parêzerî re di 14’ê îlona 2022’yan de namze ji wezareta dadê re şandibû. Piştî nameya hat şandin parêzeran li Bruksel a Belçîkayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û namze bi raygiştî re parve kirin. Lê ji roja name hatiye şandin wezaretê bersiveke ne erênî ne jî neyînî nedaye. Mîchela ku ligel vê gelek hewldanên hiqûqî jî kir, bi heyetên delegasyona navneteweyî re ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re bên kirin gelek caran hatin Kurdistan û Tirkiyeyê, serdan pêk anîn.

Mîcleha herî dawî hefteya borî bi Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê re li Amed û Stenbolê gelek hevdîtin pêk anîn. Mîchelayê piştî serdanê got wê li welatê xwe Îtalyayê zextan li CPT bikin.

‘Rapora CTP rojevîbûna xwe winda kir’

Mîchelayê, destnîşan kir ku pirsgirêkên der barê Ocalan û Îmraliyê de ne pirsgirêkên qanûnî ne, mijarek polîtîk e û wiha got: “Di alî qanûnî de hemû rê û rêbaz hatin cerebandin. Ji sala borî de yek ji destkeftiyên herî sereke ya me eve ku piştî serdana CPT ya 2022’yan şûnde me dît ku bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin lê nayê aşkerakirin. Em dixwazin CPT agahî û hevdîtinan biweşîne. Lê agahiyên ku CPT girtine rojevabûna xwe winda kirine. Ji ber niha em di 2024’an de ne. Em ê zextên xwe yên li ser CTP bidomînin.”

Divê mekanîzmayên navneteweyî bikevin tevgerê

Mîchela destnîşan kir ku bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî ya li dijî tecrîdê didome û wiha dirêjî daye: “Mekanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî, li dijî kozên xurt yên dewletekê (Tirkiye) bê deng dimîne. Zextan nakin ku ev welat il gorî stardardên mafê mirovan tevgerin. Cîhan bi giştî div ê mijarê de şûnde dikeve û xera dibe. Lê di vê nokteyê de divê berpirsyariya xwe bînin cih. Divê rola xwe nîşan bidin. Divê rêxistinên hiqûqî bikevin tevgerê.”

Mîchela di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em vegerin welatê xwe, em ê zextên cidfî li hikûmetê bikin. Ji ber azadiya Ocalan gava yekemîn a çareseriya aştiyane ya krîza Rojhilata Navîn e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê wê hewldanên me bidomin.”

Çavkanî: Jinnews