7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

36 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Heta niha hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersîv mane. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di nava şertên giran de tê ragirtin re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Cezayên keyfî didin

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Di encama serlêdanên parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de, dadgeriyê diyar kir ku di 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike, da zanîn ku cezayekî disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin. Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.