4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baroya Wanê Navenda Mafên Jinan vekir

Parêzerên jin di bin banê Baroya Wanê de Navenda Mafên Jinan vekir. Rêvberên Baroyê destnîşan kirin ku dê li dijî her cureyê tundiyê li gel jinan cih bigirin û  serlêdanan qebûl bikin.

Baroya Wanê Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Mafên Jinan vekir. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt, Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Serokê Baroyê Sînan Ozaras û gelek endamên baroyê yên parêzer û saziyên sivîl beşdarî vekirina buroyê bûn. Merasîma vekirinê li ber Edliyeya Wanê pêk hat. Parêzeran beriya vekirinê li ber edliyeyê daxuyanî dan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Dogruci Borazan daxuyanî xwend. Mariye bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û got: “Em girîngiyê didin vê roja ku ya me ye, em li dijî binpêkirinên mafên jinan ên li herêma ku lê dijîn û li tevahiya cîhanê, bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin…”

Parêzeran piştî daxuyaniyê li edliyeyê Navenda Mafên Jinan vekirin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Rabîa Ozgokçe beriya vekirinê axaftinek kurt kir û spasiya hemû kesên ku bi wan re bûn re spas kir. Rabîa da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve desteka hiqûqî didin hemû jinên tundî li wan hatiye kirin.