spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: 9 jinên rojnameger girtî ne

MKG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir û diyar kir ku di meha sibatê de binpêkirina mafên jinên rojnameger didome. MKG’ê da zanîn ku niha 9 jinên rojnameger girtî ne.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora meha sibatê ya binpêkirina mafên jinên rojnameger bi raya giştî re parve kir. Li gor raporê rojnameger Kibriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13’ê Sibatê de hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin û muameleya nebaş li 3 rojnamegeran hat kirin.  Li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyekê hat kirin.

Di dewamiya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha sibatê wiha ye:

Zextên îktidarê yên li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibin. Rojnamegerên ji aliyekî li dijî zextên îktidarê li berxwe didin û ji aliyekî jî li dijî zimanê zayendperest li berxwe didin vê serhildana xwe dewam dikin. Rojnamegerên nûçegîhaniya jin, zarok, xweza û civakî esas digirin di meha sibatê de bi sepanên mîna zext, girtin, darizandin, binçavkirin û birîna ceza rû bi rû man.

Şopandina nûçeyan a rojnamegeran li gelek cihî hat astengkirin, di heman demê de jî êriş li wan hat kirin. Rojnameger Kibriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13’ê Sibatê de hatin binçavkirin. Rojnamegerek hat girtin û muameleya nebaş li 3 rojnamegeran hat kirin. Li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyekê hat kirin. Hempîşeya me û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu piştî 10  mehan girtî ma şûnde hat tehliyekirin.

Rojnamegerên ku mafên wan ên girtina nûçeyan tê astengkirin pênûsa xwe hîn bi hêz bi kar tînin. Jinên rojnameger ên ku li dijî zextan serî natewînin şopandina nûçeyan didomînin. Jinên rojnameger di heman demê de rihê piştevaniyê mezin dikin û li dijî binpêkirina mafên jinên rojnameger dengê xwe bilind dikin. Bi hêza vê piştevaniyê em bang li hemû aliyan dikin ku bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin û em bang li hemûyan dikin ku mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin.

Meha Sibata 2024’an, Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger, Daneyên îstatîkî

1-) Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê yê rojnamegeran

Rojnamegerên hatin binçavkirin: 6

Rojnamegerên hatin girtin: 1

Rojnamegerên muameleya nebaş li wan hat kirin: 3

Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1

2-) Binpêkirina îfadeya ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 1

Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye vekirin (yên berat kirine): 2

Hejmara jinên rojnameger ên girtî  (Ji 1’ê Adara 2024’an heta niha): 9

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî :

1.Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

2.Dilan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

3.Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

4.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

5.Ozlem Seyhan – Rojnameger

6.Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê

7.Selamet Turan – Rojnameger

8.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê

9. Bircan Yildirim – Derhênera Weşana BircanTV Haber