19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM partiyê li Qoserê birîna ceyranê şermezar kir

DEM Partiyê birîna ceyranê ya li Qosera Mêrdînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  “Birîna ceyranê dijhiqûqî ye. Em vê zilmê qebûl nakin”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) birîna ceyranê ya li Mêrdînê şermezar kir. Gelek kes tev li daxuyaniya li Qada Azadiyê ya li navçeya Qosera Mêrdînê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Birîna ceyranê dijhiqûqî ye. Em vê zilmê qebûl nakin” hate vekirin.

Hevseroka DEM Partiyê Songul Aydogan Konûş, anî ziman ku birîna ceyranê gihiştiye asta ku bandorê li tenduristiya mirovan bike. Konûş, da zanîn ku ceyran ji ber sedemên siyasî tê birîn û got: “Em van pêkanînan qebûl nakin.”

Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin jî anî ziman ku tê xwestin gel bi birçîtiyê were terbiyekirin. Altin, bi lêv kir ku DEDAŞ her sal dema avdana berhemên cotkaran ceyranê dibire û wiha got: “Ev ax ji temamê axa Tirkiyeyê re ceyranê dihilberîne. Li Tirkiyeyê 3 bendavên ku pêdiviya ceyranê ya Tirkiyeyê jê tên pêşwazîkirin hene. Aqilê ku ji van bendavan ceyranê dide tevahiya Tirkiyeyê, bi qutkirina ceyrana li Kurdistanê re hewl dide me bê ceyran û av bihêle, hemû çavkaniyên me yên binê erdê û ser erdê bi kar bîne û sûd werbigire. Em van polîtîkayên qirêj qebûl nakin.”