18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dema faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin’

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku biryara berdana 3 polîsên ku di lêpirsîna îşkenceya li Licê ya li dijî Y.D. ê 14 salî de hatibûn girtin ne hiqûqî ye û wiha got: “Di hemû dosyeyên ku leşker û polîs tên darizandin de darizandinek cihê tê kirin.”

Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê di 21’ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. 3 polîsên di çarçoveya lêpirsîna îşkence û revandinê de hatibûn girtin, hatin berdan. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta “hêmanê sûcê îşkenceyê tune ne” biryara berdana her sê polîsan da. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr û bavê Y.D., Yilmaz D. biryara dadgehê nirxandin.

‘Daraz wan diparêze’

Parêzer Mehdî Ozdemîr der barê mijarê de ji nûçegihana Mezopotamyayê Eylem Akdag re axivî. Ozdemîr demên destpêkê yên pêvajoyê bi bîr xist û wiha got: “Xala ku em ji destpêka dozê ve tînin ziman; Ji bo zarokê ku bi awayekî derqanûnî tê binçavkirin û bi tevgerên fizîkî û civakî rastî şîdetê tê, ya ku bi serê wî de hat sûcê îşkenceyê ye. Qanûn û peymanên navxweyî û navneteweyî û qedexeya muameleya xerab û îşkence hatiye binpêkirin.” Ozdemîr bal kişand ser parastina leşker û polîsên ku sûc dikin û bi destê îktidarê û darazê tên darizandin û got: “Dema ku faîl ango sûcdar polîs û leşker be daraz bi awayek eşkere wan diparêze û dide berdan. Her wiha dema ku bersûc û faîl polîs û leşker be ji aliyê dadgehê ango darazê ve bi çavek cihê tê darizandin. Her tim ev yek wisa ye, çimkî gelek mînakên vê hene. Biryarên bo parastina her sê polîsan hatiye dayîn. Daraz dixwaze peşkê li pêvajoya darizandina vê dozê jî bixe. Wek ku em her tim dibêjin, em carek din jî dibêjin; polîtîkayên bêcezahiştinê polîs û leşkerên bersûc ango faîl rewa dike. Lê çi dibe bila bibe divê hemû faîl û kujer bên darizandin. Ji bo darizandina wan jî em ê têbikoşin.”

‘Polîs hatin parastin’

Bavê Y.D., Yilmaz D. anî ziman ku wan ev biryar qebûl nekiriye û got: “Em li dijî vê biryarê ne û me serlêdanî hin rayedaran kir.  Lawê min hîna jî tedawiya derûnî dibîne, rewşa wî ne baş e. Em vê biryarê qebûl nakin. Dadger û dozgeran ev biryar bi rayeya xwe ya li Amedê bi kar anîn. Kiryar ji ber ku polîs e tê parastin, heke polîs nebûya ev yek nedibû. Ez dixwazim kesên ku ev yek anîn serê lawê min bi cezayên giran bên darizandin. Ev neheqî ye, bi rayeya xwe vê dikin. Heta kiryar bên darizandin wê têkoşîna me heta dawiyê bidome.”