6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rûsyayê hewldana darbeyê

Li Rûsyayê grûpa Wagner hewl da darbeyê pêk bîne. Serokê Wagnerê got ku wan li dijî artêşa Rûsyayê şer ragihandiye. Putin jî ragihand ku wan li dijî vê hewldanê rewşa awarte ragihandine. 

Şerê li Rûsya û Ukraynayê bê navber dewam dike, koma Wagner ku dijî Ukraynayê şer dikir, dijî Artêşa Rûsyayê gefa şer ragihand. Duh derengiya şevê li Rûsyayê rewşek aloz hebû, leşker bi panzêran li kolanan hatin belavkirin.
Serokê grûpa Wagner, Yavgeny Prigozhin ragihand ku Encûmena Fermandariyê ya Wagnerê biryarek daye û divê xirabiya ku ji aliyê serokatiya welêt ve hatiye kirin bê rawestandin.
Prigozhin di dewamê de gefa tolhildanê li artêşa Rûsyayê xwar û got: “Yên ku kurên me kuştin, bi dehan ji me kuştin, divê bizanibin ku ew dê li hember vê bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê bên cezakirin. Bila kes dernekeve pêşiya me.”
Serokê Wagnerê diyar kir ku ew ê êrişî Atêşa Rûsyayê bikin û nexwest kes derbikeve pêşiya wan. Prigozhin bang li xelkê Rûsyayê kir ku ji malên xwe dernekevin û wiha got: “Hejmara me 25 hezar çekdar in, em ê biçin û bi zanibin ka li welat çi alozî heye. Kî bixwaze tev li me bibe, dikare bibe, divê em dawî li vê bêserûberiyê bînin” .
Daxuyaniya Kremlînê 
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî li ser vê yekê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn ji peyamên seroka grûpa Wagnerê agahdar e û hemû tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.
Putîn rewşa awarte ragihand 
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtin jî têkildarî rewşê daxuyanî da û got: “Grûpa Wagner serî hildaye û dixwaze Rûsyayê ber bi şerê navxweyî ve bibe. Li Moskovayê ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin. Em ê Rûsyayê biparêzin û bersiva me ya li dijî serhildana grûpa Wagner wê dijwar be.”