6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wagner Rûsyayê tevlihev kir

koma leşkerên bi pere (Wagner) li hemberî artêşa Rûsyayê rabûn. Ev geşedan wekî hewldana darbeyê tê dîtin.

Li Rûsyayê Yevgenî Prîgojîn ê ku xwediyê koma leşkerên bi pere (Wagner) li dijî artêşê banga serhildanê kir. Prîgojîn îddîaya hewldana darbeya leşkerî red kir.

Yevgenî Prîgojîn li dijî artêşê banga serhildanê kir. Hêzên Wagnerê li başûrê welat bajarê Rostov-on-Donê bi dest xistin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî daxuyanî da.

Pûtîn diyar kir tişta ku serhildêran kirine tê wateya ku ‘ji paş ve li wî dane’ û got “Dijminên me hewl didin yekîtiya me xera bikin. Leşkerên me niha rabûne. Ez fermanê didim hemû hêmanên leşkerî. Divê hûn ji bo yekîtî û serxwebûna gelê me têbikoşin. Serhildanên wisa tê wateya ku ji pişt ve li welatê me bixin. Em amade ne, dewleta xwe biparêzin. Di nav hêzên Wagnerê de xayîn hene. Ev serhildana çekdarî tê wateya darbeya li dijî gelê me yê Rûsyayê. Wê cezayê wan giran be.”

Prîgojîn jî vîdeoyek weşand û diyar kir heke Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû û Serokê Giştî yê Artêşê Valery Gerasîmonov bi wî re rûnenên wê bajar bi dest bixe û ber bi Moskovayê ve bimeşin.  Prîgojîn got “Hêzên çekdar ên Rûsyayê bi fuzeyan li kampên PMC ên Wagnerê dan. Gelek hevalên me mirin. Em ê biryarê bidin ku em ê bersiveke çawa bidin vî şerî. Kesên ku pêşiya me bigirn wê wekî xetere werin dîtin, bendên kontrolê yên li ser rêya me jî tê de wê werin îmhakirin.”